Notên ji Euro 2022 ya Jinan derketin pêþ
Diyarname
Tûrnûvayeke din a jinan a UEFA’yê bi dawî bû. Îngilistanê Almanya bi 2-1 têk bir û bû yekem car ku Îngilistan vê kûpayê dibe mala xwe. Di tûrnûvayê de gelek notên derketine pêþ hene. Me ew neqandin:
LÎSTIKVANA SERKETÎ
- Lîstikvana forvetê ya îngilîz Beth Mead wekî lîstikvara herî serketî ya tûrnûvayê hat hilbijartin. Di heman demê de ew bi 6 gol û 5 asîstan wekî golavêja yekemîn a tûrnûvayê jî hat hilbijartin. Mead bi temamî di vê tûrnûvayhe 450 deqe lîst. Piþtî wê golavêja alman Aleks Popp hat ku 6 golên wê jî hebûn lê asîstên wê nîn bûn û tenê 361 deqe lîstibû, loma bû duyemîn.
- Lîstivan alman a navika sehayhe Lena Oberdorf wekî lîstikvana herî ciwan a vê tûrnûvayê hat hilbijartin. Ew roja 19’ê berfanbara 2001’ê hatiye dinê.
- Lîstikvana îngilîz Keira Walsh bi performansa xwe ya di maça fînalê de wekî lîstikvana maça fînalê hat hilbijartin û xelatkirin.
GOLA 500’EMÎN
- Heta niha di 184 maçên tûrnûvaya Þampiyoniya Jinan a Ewropayê ya UEFA’yê de ji 500’î zêdetir gol hatin avêtin. Bi maça Îngilistan û Almanya re ev hejmar temam bû derbas jî kirin.
Di sala 1997’an di maça Fransa-Rusya de Angelique Roujas gola 100”emîn avêt.
Di sala 2005’an de Solveig Gulbrandsen di maça Norwec û Swêdê de gola 200”emîn avêt.
Di sala 2013’yan di aça Swêd û Finlandiya de Nilla Fischer gola 300’emîn avêt.
Di sala 2017’an de di maça Hollanda û Îngilistanê de Danielle van de Donk gola 400’emîn avêt.
Û niha, di sala 2022’yan, di maça Îngilistan û Almanya de Toone gola 500’emîn avêt.
TÎMA GOLAVÊJ
Di tûrnûvayan de herî zêde Almanyayê gol avêtine. Almanyaya Rojava û Almanyaya niha, her duyan bi hev re heta niha 102 gol avêtine. Dûre Swêd bi 72, Îngilistan jî bi 62 golan tê. Bi rêzê Norwec (51), Îtalya (38), Fransa (39) û Danîmarka (33) tê.
LÎSTIKVANA GOLAVÊJ
Di tûrnûvayhe de lîstikvanên herî zêde gol avêtine jî diyar bûn. Di rêza yekemîn de Inka Grings û Birgit Prinz ku her du jî alman in hene.
Di vê beþê de rêz bi vî rengî çêbûye:
10 gol: Inka Grings (Almanya)
10 gol: Birgit Prinz (Almanya)
8 gol: Carolina Morace (Îtalya)
8 gol: Heidi Mohr (Almanya/Almanyaya Rojava)
8 gol: Lotta Schelin (Swêd)
SARINA WEIGMAN
Teknîk dîrektora tîma neteweyî ya Îngilistanê Sarina Weigman bû du caran ser hev de dibe þampiyon. Di sala 2020’î de teknîk dîrektora Hollanda, niha jî ya Îngilistanê bû. Bi vê yekê bû yekem jin ku du caran ser hev de li ser du tîmên cuda dibe þampiyon.
MAÇA HERÎ BI GOL
Di vê tûrnûvayê de maça herî bi gol jî dîsa maçeke Îngilistanê bû. Di maçên Koman de 11’yê mehê Îngilistanê Norwec bi 8-0 têk bir û ev yek wekî maça herî bi gol a vê tûrnûvayê hat hilbijartin.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Tiþtên mêrên îngilîz nekarîn, jinên îngilîz karîn bînin cih: Þampiyonî
- Di fûtbola jinan a Euro 2022 de çarîk fînalîst diyar bûn
- Tûrnûvaya Fûtbolê ya Jinan a UEFA’yê dest pê kir