logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  3. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
  4. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
news-details

Ji zindanê pirtûka ‘Jin û Zindan’ derxist

Rojnameger Hamdiye Çîftçî a bi îdîaya ku bi telefonê tevlî Roj TV bûye û bi midûrê nûçeyan re hevdîtin kiriye, her wiha

  • Dîrok: 20/08/2014
  • Beş: Foto-Nûçe

ÎBRAHÎM AÇIKYER - ENQERE


Rojnameger Hamdiye Çîftçî a bi îdîaya ku bi telefonê tevlî Roj TV bûye û bi midûrê nûçeyan re hevdîtin kiriye, her wiha di komîteya îdeolojîk a KCK’ê de cih girtiye du salan girtî ma, çîrokên jinan ên li girtîgehan anî cem hev û pirtûka bi navê ‘Jin û Zindan’ weşand.

Pirtûka rojnameger Hamdiye Çiftçî Oksoz bi navê ‘Jin û Zindan/Rojnivîska Jineke Rojnamevan ’ hate weşandin. Pirtûka ji Weşanên Îkîncî Adim hat weşandin, ji sê beşan pêk tê. Beşa yekem ji çîroka jinên girtîgehê pêk tê. Di beşa duyem de bîranînên Çîftçî Oksuz cih digire, di beşa dawî de jî wêne cih digirin.

Di pêşgotina pirtûkê de jî îmzeya rojnamevan Asli Aydintaşbaş, rojnamevanê DYA’yî Jake Hass ku di çarçoveya KCK’ê de hat binçavkirin, rojnamegerê Elman Mîchale Knapp hene.

Çîftçî Oksoz bi hevoka ‘wênekêşa min wekî çekê tê dîtin’ rojên girtîgehê vedibêje û diyar dike ku gelek xebat û nûçeyên wê nîvco mane. Çîftçî Oksoz  bi vegotineke zelal fikr, nêrîn û xeyalên xwe vedibêje.

Oksoz diyar dike ku hê di 14 saliya xwe de mala wan her tim rastî zextan tê û wiha dibêje: “Bi postalan nivînên me pelçîqandin.  Penîrên me yên di bin erdê de derxistin û gotin ka çek tê de hene yan na. Lênûska min a ku straneke Ferhat Tunç a bi navê ‘Yaro’ min lê nivîsî bû girtin. Yekî ji wan ji min re got: “Keça min binêre, ez dewlet im her tiştî dikarim biqelişim, bigirim, ji ber ku ez bi hêz im."  Yê din jî ji min re got, "Kesên di temenê de bi Ayşe, Fatmayê re mijûl dibin. Tu vê cesaretê ji ku digirî.'

LI BER ÇAVÊN ME ÎŞKENCE LI ZAROKAN KIRIN

Çîftçî Oksuz bi lêv kir ku ev bi gotinên ‘Jinek nikare rojnamevaniyê bike’ re rû hev hatiye û got ku ew ji ber vê nêrînê têk bibe têdikoşe.

Hamdiye Çîtfçî Oksoz di berdewamiya gotinên xwe de balê dikişîne ser îşkenceya ku di sala 2008’an de polîsan li Colemêrgê bi zarokê navê Cuneyt Ertuş kirine û wiha berdewam kir: “Li kolanê zarokek li pey xwe kaş dikirin. Bi hovîtiyek mezin li zarok dixin. Heqaret lê dikirin. Gaz kirin devê wî. Paçê ku zarok berê li devê xwe gerandibû jê danîn xwarê û gaz berdan devê wî. Li ber çavên me îşkenceyek hovane kirin. Me êdî nikaribûn li ber wî dîmenê bisekinin. Dujîn lê dikirin. Zarok êdî ji girî deng jê dernediket. Di destê polîsan de li me dinêrî, weke ku bêje min xilas bikin.

LI PEY RASTIYÊ ÇÛYÎN

Çîroka girtina Çîftçî Oksoz ji nûçeya îşkenceya li zarok hatiye kirin destpê dike. Piştî dîmenên îşkenceya zarok di 1’ê Nîsana 2008’an de tê binçavkirin û berdan. Lê di çarçoveya operasyonên de hate girtin.

Çîftçî Oksoz wiha dibêje: “Weke ku hemû jinan rêya xwe şaş kiribû hatin koxuşê. Koxuşa jinan koxuşa, hêvî, îhtîras, têkçûna xeyalan, îxanet, paqijiyê bû. Êşa her jinekê heye. Çîroka her kesekî cuda ye. Her kes li pey xeyalên cuda çûye. Hêviyên demsalê jiyabûn. Di esas de qedera hemû jinan yek bû. Hemû di encama polîtîkayên qirêj de ketibûn girtîgehê.

Di beşa yekemîn a pirtûkê de aliyê balkêş ê çîroka jinan cih girt, bi cudabûna xwe bal dikişandin. Çîftçî Oksoz naskirina gerîlayeke jin a li girtîgehê jî vedibêje û got: “Li Koxuşê min hevalek jin a siyasî silav kir. Ez hembêz kirim. Ji min re got; Min wisa bêriya dîtina hevaleke jin kiriye ku’. Me hinek sohbet kir. Got ez birîndarim. Li Çoltera Bedev bi 12 gerîlayên ku jiyana xwe ji dest da de birîndar ketibû destê dewletê.

BÎRANÎN

Di pirtûkê de Çîftçî Oksoz diyar dike ku bi sedan zarokên Kurd jî di zindanan de mezin dibin û her wiha di beşa duyemîn a pirtûkê de bîranînên li girtîgehê tên vegotin.

ROJNAMEYA ÇEQ ÇEQ

Çîftçî Oksoz ku di girtîgehê de her tim aliyê xwe yê rojnamegeriyên zindî hişt, wiha dibêje: “Belkî ne rojnameyeke ku her kes dişopîne yan jî di matbaayê tê çapkirin nîne lê rojnameya me ‘Rojnameya Çeq Çeq’ her hefte bi roportajeke bi hevalên me re dihat dikir li panoya me dihat daliqandin. Her wiha di vê rojnameyê de helbest, nivîs, karîkator jî derdiketin.

Çîftçî Oksoz da zanîn ku ew ê pêşengeha xwe ya wêneya bi navê ‘Li herêmê jin û zarok’ dê veke û got ku xebata wê ya pirtûka helbestan heye.

ANF 


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Foto-Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 08 04 2026

Piştî 21 salan li weşanxaneyê xwe ye

news
  • 25 03 2026

Li Kobanî xwendekaran karne girt

news
  • 11 03 2026

Fotoyê rojê: Sûrên Amedê ronî bûn

news
  • 19 02 2026

Fotoyê rojê: Li hemû kuçeyan tabelayên bi kurdî-tirkî daliqandin

news
  • 11 01 2026

Dîmenên dawî yên ji taxên kurdan

news
  • 22 12 2025

Salnameya Pirelli li ser mirov û xwezayê disekine

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Repvanê kurd Xatar mir

ad

Kevirên Sedsalî: Gundor

ad

DEM Partî rojên pêşhilbijartinê eşkere kir

ad

Bi 'Kurtçe anliyorum ama konuşamiyorum' derket

ad

Bakirhan: Yên dixwestin bi kurdan bidin windakirin welêt winda kirin

ad

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê didome

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname