Diyarname
Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş diyar kir ku ewê niha tabelayên xwe jî bi du zimanan amade bikin û bidaliqînin.
Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş piştî ku biryara wan a "Ji niha û pêde wê jiyan bi du zimanî be" eşkere kiribû û bi vê yekê re di roja Tirkiyeyê de gelek hatibû nîqaşkirin niha biryara ku girtin eşkere kir: "Ji niha û emê tabelayên xwe jî bi kurdî û tirkî amade bikin. Rêxistina me ya amedê niha tabelaya xwe bi kurdî û tirkî amade dike, di kurtedemeke paşê emê wê bidaliqînin. Navçeyên me jî dê tabelayên xwe bi du zimanan bidaliqînin."
Wekî notek: Piştî gotina Demîrtaş li herêmê gelek esnafan tabelayên bi kurdî bikar anîn.