STENBOL (DÎHA)
ÎHD û THÎV'ê di Roja Têkoşîna Li Dijî Îşkenceyê de rapora îşkence û binpêkirina mafan eşkere kir. Li gor rapora ÎHD û THÎV'ê ji 15'ê gelawêja 2015'an heya 20'ê avrêla 2016'an li bajarên Kurdistanê yên ku, "qedexeya derketina derve" lê hatibûn îlankirin her hindik 338 kesên sivîl mirine.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) di çarçoveya 26'ê Hezîranê Roja Têkoşîna Li Dijî Îşkenceyê de li avahiya ÎHD'ê ya Şaxa Stenbol rapora binpêkirina mafan û îşkenceyê ya salên 2015 û 2016'an bi daxuyaniyeke aşkere kir. Berpirsyara THÎV'ê ya Şaxa Stenbolê Umît Efe diyar kir ku li Tirkiyeyê binpêkirina mafan û azadî di salên 2015 û 2016'an de bi awayekî berbiçav paşde çûye.
605 girtiyên nexweş li zindanan de tên girtin
Efe da zanîn ku li zindanên Tirkiyeyê 605 girtiyên nexweş tên girtin û got: "Kesên ku sala 2015'an bi serlêdana îşkenceyê serî li THÎV'ê dane 597 in. Her wiha di sala 2016'an de jî bi heman mebestê 210 kesan serîlêdan kiriye. Li gor daneyên herî dawî li girtîgehên Tirkiyeyê 605 girtiyên nexweş tên girtin."
'Di 9 mehan de 338 sivîl mirin'
Efe da zanîn ku li bajarên kurdan di demên qedexeyan de li gel mafê jiyanê ji hemû aliyan ve binpêkirinên mafan ên giran rû dane û axaftina xwe wiha domand: "Di 9 mehan de li herêmên ku, 'qedexeya derketina derve' hatine îlankirin de herî hindik 338 welatiyên sivîl mirin. Her wiha jiyana taybet, hurmeta li hember jiyana malbatê, ji aliyê tenduristî û perwerdeyê de jî binpêkirina mafan bi awayekî herî giran hatiye jiyandin."