Amed
2'yemîn Kampa Ciwanan a Xwezayê ya ku bi diruşma 'Bi xwe bizane, cîhanê nas bike' ji aliyê Şaredariya Yenîşehîr a Amedê ve hate destpêkirin, didome.
Di kampa ku li Qada Mesîre û Seyranê ya Şaredariya Yenîşehîrê tê lidarxistin de îro jî hin çalakî li dar ketin.
Ciwanên ku kon vedan, li ser mijarên cuda nîqaşan dimeşînin û bi aktîvîteyên wekî futbol û voleybolê strasê diavêjin.
Parlamentera DTP'ê Ayla Akat Ata ku qada kampê ziyaret kir, bi ciwanan re sohbet kir. Ata, piştre bi ciwanan re beşdarî semînera "Çand, dîrok û zimanê kurdî" bû û guhdarî axifgerê senîmerê Îhsan Culemêrgî kir.
Nivîskar Îhsan Colemêrgî ji ciwanan xwest ku xwedî li çand û nasnameya xwe derkevin.
Ber bi êvarkî jî bi beşdariya rojnameger Metîn Yegîn semînera bi mijara 'Tevgerên sosyalît' hate lidarxistin.
Kampa k
u digel çalakiyên sportîf bi çalakiyên çandî jî didome, têde atolyeyên wekî 'çand û dîroka kurd', 'ekoloî', 'çand û huner û ciwan', 'kooperatîfî û ciwan', 'tenduristî' 'spor' û 'perwerdehî' jî têne li dar xistin.


