NAVENDA NÛÇEYAN
Yekîtiyê Ragihandina Azad êrîşa li dijî nûçegîhanê televîzyona Gelê Kurdistran Ferhad Ehmed şermezar kir.
Yekîtiya Ragihandina Azad derbarê êrîşa li dijî nûçegihanê televîzyona Gelê Kurdistan ku duh dema meşa komek ciwanan dişopand rastî êrîşê hatibû de, di malpera xwe ya Facebookê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Ferhad Ehmê li Taxa Xerbî ya Qamişlo dema karê xwe dimeşand, hinek kesan li wî xistiye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin piştî bûyerê Yekîtiya Ragihandina Azad bi telefone li Ferhat Ehmê geriyaye û derbarê bûyerê de agahî girtine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Ehmê nûçeyên ku dibêjin hêzên Asayîşê êrîşî wî kirine derewandine û gotiye ku rastî êrîşa ciwanên li cihê xwepişandanê şer kirine hatiye.
Di daxuyaniyê de gotinên Ferhad Ehmê yên derbarê bûyerê de jî cîh girtin û ev gotinên Ehmê hatin parvekirin: “Nûçeyên ku dibêjin Asayîşa Rojava li min xistiye derew in. Di dema meşê de hinek ciwan li hev ketin, şerê hev kirin. Dema min bûyer dişopand êrîşî min kirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de êrîş hate şermezarkirin.
Têbiniya Diyarnameyê: Hin malperên kurdan nûçe weşandibûn û gotibûn asayîşê êrîşê Ferhad Ehmed kiriye.
Ji ANHA'yê hatiye girtin


