MÊRDÎN
Siyasetmedarên kurd ji bo êzîdiyên ku piştî êrîşa DAIŞ’ê ji cihê xwe bûn ketin nava tevgerê û seferberî îlan kirin.
Civaka êzidî ku piştî êrîşa DAIŞ’ê, rastî komkujiyan hatin, jin hatin revandin û firotin, teslîmî birçîbûn û mirinê kirin, ji bo wan siyasetmedarên kurd ketin nav tevgerê.
Rêveberên KCD û mebûsên HDP’ê, Hevşaredarên DBP’ê, saziyên civaka sivîl ên Kurdistanê bi armanca pêşî li vê drama mirovahiyê bigirin û alîkariya êzîdiyan bikin seferberî îlan kirin. Ji bo vê yekê îro koordînasyoneke hate avakirin.. Endamên kordînasyonê îro hatin Mêrdînê û niha dê plansaziyekî derxin. Hat gotin ku wê der barê penaberên hatine Bakur û li Mêrdîn, Şirnex û Êlihê bi cih bûne tevdîran bigirin.
Parlamentera HDP’ê Selma Irmak ji bo DÎHA’yê axivî û got ku drameke mezin a mirovahiyê tê jiyîn. Mebûsên HDP'ê Selma Irmak û Faysal Sariyildiz ji bo li ser rewşa êzîdiyan lêkolînê bike îro çûbûn Başûr.


