Þivan Perwer: Navê te dê herdem li gel me bijî
Diyarname
Hunermend Þivan Perwer li ser wefata hunermend Aramê Dîkran daxuyaniyeke þand. Em vê daxuyaniyê pêþkêþî we dikin:
Li ser koça hunermendê hêja Aramê Tîgran,
Mixabin Aramê Tîgran hunermendê Hayastanî û Kurdistanî ji nav me koça xwe bar kir û ket nava karwanê dilovanan. Wek: Arifê Cizirî, Hasanê Cizirî, Meyrem Xan, Kawîs Axa, Xelil Akreyî, Xerabetê Xaço, Biroyê Þero, Hasan Zîrek, Îsa Berwari, Miradê Kinê, Mihemed Þêxo, Eyþe Þan, Mihemed Mamlê, Tahir Tewfîk, Tahsîn Taha, Þakiro hwd. Ket nava rêza karwanê hunerê û bextewarîyê.
Dîsa mixabin, ji ber parçebûn û bindestîya welat û xelkê me, hunermendên me hemû di nava jiyaneke tund û zahmet re derbas bûn û bi xemgînî çûn. Duajoyê vî karwanî bû mamostayê hêja Aramê Tîgran. Mirin li ber herkesî heye, herkes li benda roja xwe ye. Kesek nizane ewê çi wext anjiyan bibe.
Belê, lê tiþtê giring û hewce ewe ku mirov dikaribe li piþt xwe hunerekî yan jî berhemkî mirovantiyê bihêle. Aramê Tîgran bi sala li gel me jîyan kir û stran got, stran û helbest afirand, hunerekî bê mirin saz kir. Bi dehan hunermend bi stranê wî bi nav û deng bûn, li raserê dunyayê stranên wi hatin xwendin. Weke karwanê hunermendan, hunera Kurdî dewlemend kirin. Cihê hunerê mamoste Aram jî di nava baxçê hunera me de, cihekî pir qedir þinas girtiye. Bi fisikî ji nav me çu, ket nav karwanê hunermendên dilovan, lê huner jî li piþt xwe ji me re hiþt. Helbet navê wi dê her li ser vê hunerê raweste û peykerê wî dê bê çê kirin. Ji ber ku wî peykerê hunerê ava kir.
Aramê kes: riya te vekirî be, cihête bihiþt be û gora te herdem bi gul û gulîlk be.
Vê carê em û hunera te. Navê te dê herdem li gel me bijî.
Em te spas dikin Aramê Tîgran, mamostayê heja .........
Rez û Aþitî /
Þivan Perwer