logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Rapora Kongreyê: Pêwîst e ambargo bê rakirin û alîkarî dest pê bike

Heyeta Komîteya Amadekar ya Kongreya Neteweyî ya Kurd ku şandibû rojavayê Kurdistanê rapora xwe amade kir û teslîmê komî

  • Dîrok: 30/08/2013
  • Beş: Nûçe

HEWLÊR

Heyeta Komîteya Amadekar ya Kongreya Neteweyî ya Kurd ku şandibû rojavayê Kurdistanê rapora xwe amade kir û teslîmê komîteya amadekar kir. Rapor ji bo Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî û rêveberên KCK’ê re hat şandin. Li gor agahiyên ku hatin di raporê, di destpêka daxwazan de hatiye gotin ku, pêwîste ambargoya li ser gelê Rojava bê rakirin û bi lezgînî alîkarî bêne destpê kirin.

Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd ku civînên xwe ên Kongreyê didomînin, di rûniştina duh de rapora ku ji aliyê heyeta di navbera rojên 19-23’ê gelawêjê de li Rojava lêkolîn kirin û rapor amadekirin de nirxandin kir.

Piştî civînê endamên Komîteya Amadekar Ronahî Serhat, endamê polîtburoya YNK’ê Sedî Pîre û Serokê DDKD’ê Îmam Taşçier ji bo Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê (DÎHA) axivîn û gotin, gelê Rojava, heyet û Komîteya Amadekar jî hem fikir e ku deriyê Sêmalkan di demek kurt de Bê vekirin.

‘JI BO PÊŞÎ LI KOÇBERIYÊ BÊ GIRTIN PÊWÎST E LI ROJAVA KAMP WERIN AVAKIRIN’

Endama Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd Ronahî Serhat da diyarkirin ku, wan wekî Komîteya Amadekar rapora ku heyeta Rojava amadekiriye erê kiriye û erênî dîtiye. Serhat da zanîn ku, di raporê de mijarekî ku raya giştî jê biyanî be tune ye. Serhat destnîşan kir ku, di raporê de hate xwestin ku, ambargoyên Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî daniye ser bazirganiya Rojava rake. Serhat, têkildarî daxwazên di raporê de cih girtine ev tişt anîn ziman: “Ji bo pêşî li penaberiyê bê girtin û li ser vê armancê li hundir (Rojava) kamp bêne çêkirin. Bi rastî jî valakirina Rojava ji bo kurdên her çar parçeyên Kurdistanê pir pir xirab e. Di vê mijarê de hem daxwaza gel û hem jî pêşniyara heyetê heye. Di heman demê de pêşniyar heye ku alîkariyên li hundir (Rojava) têne kirin li bigehînin cihên pêwîst. Ji bo pêşî li koçberiyê bigirin rêbaza herî baş û rast ev e. Di aliyê siyasî de jî vînek siyasî ya hevpar wekî Desteya Bilind ya Kurd hatibû avakirin. Ji bo ev rewş bê derbaz kirin jî pêwîst e erkê dikeve ser milê Desteya Bilind jî bi awayek aktîf bîne cih.”

Ronahî Serhat anî ziman ku, wekî din di raporê de gelek pêşniyar û daxwazên cuda hene û di derbarê vê de wiha got: “Mijarên wekî gelê Rojava xwedî li berxwedanê derdikeve û berxwedana ku YPG heya niha dide meşandin piştgiriya wê heye. Em wekî Komîteya Amadekar, li ser van mijaran rawestiyan. Me rapor erênî dît. Em xwedî li vê raporê jî derdikevin.”

‘KOÇBERKIRINA GEL, DAXWAZA DIJMINÊN GELÊ KURD E’

Endamê Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî û polîtburoyê YNK’ê Sedî Pîre jî da diyar kirin ku, vekirina deriyê sînor daxwaza gelê Rojava ye û dê ev derî vebe. Pîre di derbarê mijarê de wiha axivî: “Pêwîst e deriyê sînor wisa lê neyê kirin ku, gelê Rojava bê neçarkirin ku derbazî başûrê Kurdistanê bibin, bi taybet heyetên pispor bê şandina nexweşxaneyan. Pêwîst e derî ji bo mijarên mirovî ên wekî, gelê Rojava ji bo dîtina xizmên xwe ên başûrê Kurdistanê derbaz bibin xizmetê bike. Ji ber ku koçberkirina gel di serî de daxwaza dijminê gelê kurd e. Ya herî girîng jî ew e ku tevgerek ya ereban heye ku li bendê ne cihê gelê kurd vale kiriye dagirin. Berî vê me li Kerkûkê rewşek heman jiyan kiribû.”

‘ME RAPOR JI BIRÊZ BARZANÎ RE ŞAND’

Endamên Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd di civîna duh ku rapora heyeta Rojava nirxandin, dane diyarkirin ku ew dê di rojên pêş de derbarê endamên raporê de daxuyaniyekî nivîskî bidin. Nûnerê YNK’ê û endamê Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd Sedî Pîre destnîşan kir ku, têkildarî mijarê bersiva ku dê Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî bide jî girîng e. Pîre wisa got: “Me rapor ji Birêz Serokê Herêmê re şand. Ji ber ku di raporê de hinek mijar hene ku ji bo pêk bîne tiştên dikevin ser milê wî hene.” 

Pîre eşkere kir ku, têkildarî raporên ku ji Barzanî û rêveberiya KCK’ê re şandine heya niha bersivek negirtine û got: “Bêguman ji bo avakirina heyetê Birêz Barzanî bang kiribû. Komîteya Amadekar jî li ser vê bingehê serlêdan kiribû. Di vê raporê de hem pêşniyarên gelê Rojava û hem jî ên heyetê hene û daxwaz tê kirin ku bêne cih.”

‘ME TIRKIYE NEVEXWENDIYE KU RED BIKE’

Sedî Pîre derbarê daxuyaniya Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç ya ku dibêje, ‘em tevlî Kongreya Netewî ya Kurd nabin’ jî da zanîn ku, “Heya niha tu kes nehatiye vexwendin, da bêje ez nayêm û ne jî tu kesê heya niha bi fermî ji me re ragihandiye ez nayêm. Ev tişt ji ku derê têne çêkirin. Ez rêzê li azadiya çapemeniyê digirim, lê belê nûçeyên xelet weşandin ne xizmetê dide kongreyê ne jî gelê me. Pêwîst nake tiştek wiha rû bide. Ne bi awayek fermî Komara Tirkiyeyê hatiye vexwendin ne jî tiştek wekî ‘ez hatime vexwendin, lê nayêm’ ji me re nehatiye ragihandin.”

‘KONGRE PÊNGAVEK YA ÇARESERIYÊ YE’

Endamek din yê Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd û Serokê DDKD’ê Îmam Taşçier jî helwesta Bulent Arinç nirxand û got: “Dibe ku hikumet tevlî nebin, lê belê ger ew jî di vê pêvajoyê de bixwazin pirsgirêka kurd bê çareserkirin, pêwîst e alîkarî û piştgiriyê bidin kongreyê. Ji ber ku ev kongre ne li dijî tu dewletan e. ji ber ku ev kongre avakirina yeketiya di nava kurdan, pêkanîna diyalog û pirsgirêkên xwe di nava xwe de çareser bikin û her wiha ji bo dijminahî çênebe pêk tê. 200 sal in kurd nikarin bên gel hev. Cara yekem e rêxistinên kurd û kesayet têne gel hev. Ji ber vê çendê em wisa difikirin ku, ew jî li gorî xwe polîtîkayê dikin. Lê belê hikumet ne li dijî vê kongreyê ye. Di daxuyaniyên wan de jî dijbertiyek tune ye. Dibe ku tevlî nebin, lê belê roj bi roj, demjimêr bi demjimêr dişopînin. Ger bixwazin pirsgirêka kurd çareser bibe, ev kongre jî ji bo çareseriyê pêngavek e. Ez wisa difikirin ku, ew jî wisa dibînin.”

Taşçier li ser pirsek ya dê ji Tirkiyeyê partiyên wekî AKP û CHP bêne vexwendin yan na jî got: “Em dixwazin hemû hêzên herêmê û cîhanê bên yekîtiya kurdan bibînin. Em wisa texmîn dikin ku, dê bi vî awayî pirsgirêka kurd û Kurdistanî hîn baştir fêm bikin. Bên vê derê bibînin dê ji bo wan jî baş be.”

DÊ RÊZIKNAMEYA KU KOMISYONAN PÊŞKÊŞ KIRINE DÊ BÊNE NÎQAŞ KIRIN

Dê di civînên Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd ku di rojên 29-30-31’ê gelawêjê de, rêziknameyên ku ji aliyê komîsyonan ve hatine amadekirin dê bêne nîqaşkirin û şeklê dawî dê bê dayîn. Li ser rojeva civîna sê rojan ya komîteyê Ronahî Serhat wisa got: “Piraniya komisyonan raporên xwe xilas kirin û radestî Komîteya Amadekar kirin. Dê Komîteya Amadekar van sê rojan li ser raporên komisyonan raweste û ji bo pêşkêşî kongreyê bike dê şiklê dawî bide wan.Ji bo vê çend roj pêwîst bikin dê li ser bê rawestandin. Ji ber vê çendê jî yek ji xebatên bingehîn ên Komîteya Amadekar dê ev be. Di heman demê de hinek xebatên pratîkî jî hene. Xebatên li ser van jî didomin. Li ser sloganên Kongreyê jî berhevbûnek çêbû. Ev mijar jî dê ji aliyê Komîteya Amadekar ve bê nirxandin. Niha xebata bingehîn ya komîteyê temamkirina proje û raporên ku komîsyonan amade kirine ye.”


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Rojnameger Nîzamettîn Yilmaz mir

ad

Em vê hefteyê "Kovî" derdixin pêş

ad

Li YE’yê firotina erebeyên dîzel û ên bi benzîn dê bê qedexekirin

ad

'Rojên Şahidiyê' dest pê kirin

ad

Werin em ligel Charlie herin 'Fabrîqeya Çîkolatayan'

ad

Ji bo Roja Çîrokê panelek lidar dikeve

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname