Asli Aydintaşbaş*
Ev çend roj in ez li derveyî welat im. Roja sêşemê diya min geriya, ez şaş bûm, min bawer nekir.
Fîgen xanim, bi hemû meziniya Tirkên Spî ji Etîlerê radigihand:
"Min li civîna çapemeniyê ya Demirtaş temaşe kir. Wele gelek bi heyecan bû..." Paşê sekinî û lê zede kir: "Dibe ku ez dengê xwe bidim wî."
Her tişt mimkûn e çêbe, lê ez ne li benda tiştekî bûm. Min neheqî li diya xwe kiriye. Roja sêşemî banga bi coş a berendamê HDP'ê ku kir ger li Beşkîtaşa ku di 30'ê Adarê de sedî 76 deng dabe CHP'ê jî bandor kiribe bi rastî li vî welatî hêvî heye.
Ji ber vê yekê ji bo hilbijartina serokomariyê ya ku nêz dibe ez ne bi hêvî me. Hem jî qet. Tu dixwazî bila Tayyip Erdogan bi sedî 56 bi ser bikeve, yan jî bila di dora 2'yemîn de Ekmeleddîn Îhsanoglu bi ser bikeve. Ew tenê skorên di tabelayê de ne.
Bi ya min serketiyê hilbijartinê ji zû de diyar bûye. Ew jî Serketina Selahattin Demirtaş e ku li Tirkiyeyê bi daxwaza demokrasî û guherînê ku ji skorên tabelayê wêdetir e. Demirtaş ligel ku ji nav tevgera kurd tê ji vê tevgerê wêdetir ji bo "koalîsyona keskesorê" çêbike zend û bend badaye. Ew rêberekî ye ku herî xurt daxwaza demokrasiyê tîne ziman. Ji ber vê yekê ji Cengiz Çandar heta Fatih Çekirge, ji Rakel Dink heta Oray Egin piştgiriya girseyeke rengîn digire.
Ev peyamek e. Dibe ku îhtîmal nîn be HDP here Çankayayê. Lê dengên Demirtaş derkevin ser sedî 10'î dê hem zorê li Tayyip Erdogan hem li Kemal Kiliçdaroglu bike, di dawiyê de dê zor lê bike ku ajandaya demokrasiyê ji mecbûrî derkeve holê.
Dê bike ku tevgera kurd wekî vê yekê hê berfirehtir nêzî navendê rojeva Tirkiyeyê hembêz bike.
Saloneke ku ji bo diya Berkin Elvan li ser piyan li çepikan dike ji zûde serdestiya ehlaqê bi dest xistiye, yêndinbûn, cudaxwazî avêtiye ser sergoyê.
Vaye ji ber vê yekê, li gorî min hilbijartin ji zûde bi dawî bûye. Jixwe di vê dinyaya fanî de serketin çi ye ku! "Berendamên gelan û guhenîrê" Selahattin Demirtaş ji zû de bi ser ketiye. Wî gaveke girîng a ji bo bilindkirina demokrasiya Tirkiyeyê avêt.
Tiştên din kîte ne!
*17.07.2014, Ji Milliyetê hatiye girtin
Werger: Cemil Oguz
**
Nûçeya eleqedar:


