Îzmîr
Li Navenda Çanda Ciwanan a girêdayî Meclisa Ciwanên HDP'ê ya taxa Asarlik a Menemena Îzmîrê ciwanekî endamê ciwanên HDP'ê ji aliyê piştstûyê ve gule bera wî dan.
Murat Kaya ku li Navenda Çandê tenê bû kes an hin kes hatine navendê û ji aliyê piştstûyê ve gule bera wî dane. Hevalên wî dema hatine navenda çandê ew wisa dîtine û bi ambulansê rakirine Nexweşxaneyê Dewletê ya Menemenê. Kaya ku rewşa wî giran bû ji wir jî şandin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Tepecîkê.
Kesên der dora navenda çandê dibêjin ku ji derve êrîş çênebûye, kes an hin kes dema Kaya tenê bûye êrîş kirine.
Li Navenda Çandê lêkolîna polîsan didome.
- Ev nûçe êvara 16'ê mehê saet dor 22'yan hate weşandin.