logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Şewata li Parîsê tîma Barselonayê da ber xwe!
  2. Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat
  3. Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike
  4. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  5. Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû
news-details

Demirtaş: Em jiyaneke nû pêşkêş dikin

Ji bo vîzyona xwe ya serokomariyê pêşkêş bike Selahattin Demirtaş îro li pêşberî çapemeniyê bû. Demintaş got: Em ne tenê

  • Dîrok: 15/07/2014
  • Beş: Nûçe

Cemil Oguz

Ji bo vîzyona xwe ya serokomariyê pêşkêş bike Selahattin Demirtaş îro li pêşberî çapemeniyê bû. Demintaş got: Em ne tenê serokomarekî nû, em jiyaneke nû pêşkêş dikin.

Li Navenda Çanda Şîşlî ya Stenbolê bi beşdariya piraniya endamên çapemeniya Tirkiyeyê xebata pêşkêşkirina berendamê Serokomariya Tirkiyeyê Selahattin Demirtaş li dar ket. Di salona ku tije bû de hema bibêje piraniya nivîskarên tirk ên di çapemeniya mezin de dixebitin, ajans, tv û rojnameger hebûn. Ligel mebûsên HDP'ê gelek endamên saziyên sivîl û rewşenbîr jî amade bûn. 

Kemal û Agaoglu peyam şandin

Nivîskarên navdar Yaşar Kemal û Adalet Agaoglu ku nekarîbûn bên, peyamên xwe yên piştgiriyê şandin. Piştî xwendina peyamên her du nivîskaran Demirtaş ligel çepikên mezin derket ser dikê. Demirtaş ji nebûna berendameke jin a ji bo serokomariyê gazin kir û got ku jinan jî ew temsîl dikin.

Demirtaş Hrant, Roboskî, kesên li çiya û girtîgehan jiyana xwe ji dest dane bibîr anî, bi gotina "Çi dilxweşî ye malbatên wan bi hestê tolhildanê tevnegeriyan" sipasiya xwe ji bo wan kir.

Vane ji axaftina Demirtaş notên derketin pêş:

- Pêşbaziyeke neadil li holê heye heye. Berendamên din bi pereyên ku partiyên wan ji xezîneyan digirin di pêşbaziyê de ne; em bi alîkariya yên ku piştgirî didin me jî nadin me jî, bi alîkariya xwendekarên dest diavêjin bêrîka xwe, bi alîkariya karkeran, bi alîkariya gel dimeşin; ev yek ji bo me gelek girîng e.

- Berendamê din hê wekî di Koma Xwe ya Meclisê de biaxive, bi wî zimanî diaxive. Zimanê ku saz kiriye ne zimanê wekhevî û biratiyê ye.

- Emê bibin serokomarê her kesî. Li kuçeyan, ligel gel emê bimeşin.


- Yan wê dewlet ev otorîterbûna xwe xurtir bike, yan jî bi gavên demokrasiya radîkal emê azad bibin.

- Emê ne hikumetek ku baş hikum dike, emê hikumetek hindik hikmê dike saz bikin. Dewlet wê bi gotina kesekî tenê neyê bi rê ve birin. Dê karker jî, kedkar jî, cotkar jî gotina wan di rêveberiyê de hebe, emê bi meclisên gel dewletê bi rê ve bibin. Ne bi lijneyên MGK'ê (Lijneya Ewlehiya Neteweyî) bi lijneyên herêmî emê dewletê bi rê ve bibin.


- Her ku pirsgirêk çareser bibe dê Tirkiye ber bi demokrasiyê ve biçe, her ku ber bi demokrasiyê ve biçe dê çareserî lez bigire.


- Parastina her xaleke Zagona Bingehîn a niha parastina derbeyê ye. Ji dêvla Zagona Bingehîn a dewletê, Zagona Bingehîn a gelan dê bê sazkirin.

Bila Diyanet rabe

- Divê Wezareta Karên Diyanetê ji holê bê rakirin. Cemxane bibe xwedî statuyeke fermî.


- Divê laîkiya azadîwaz bê sazkirin. Her kes, kî çawa bixwaze divê wisa bijî.


- Dewlet û perwerdehî ji gotinên yekparêzî, cudaxwazî bêne paqijkirin.


- Em mafê hemû zindiyan, em mafên jiyanê yê heywanan jî diparêzin.


- Emê hemû astengiyên li pêş ciwanan rakirin, bi meclisên ciwanan ciwanan beşdarî xebatan bikin.

Perwerdehiya bi zimanê dayikê

- Perwerdehî mafekî ye ku bê pere bê kirin. Bêyî li ol, bawerî, nijad bê nêrîn divê her kes ji vî mafî sûdê bigire.


- Bi zimanê dayikê ligel zimanê fermî li her derê dê perwerdehî bê dayîn.

- Hewesa polîtîkaya derve ya bi fikra Osmanî heta îro tu fêde nedaye.

- Emê tixumê jiyana nû li erdê biçînin. Li hemberî kesên daran tenê wekî keresteyê dibînin, emê ji wan daran şoreşê çêbikin.

Piştî axaftinê Demirtaş bersiva rojnamegeran jî da. Demirtaş got ku li nav dewletê kî sûc kiribe divê bê cezakirin.

Li ser pirsa "ji bilî tembûrê tu li tiştekî didî?" (Di tirkî de ji 'lêdanê' re ÇALMAK tê gotin ku ev ÇALMAK di wateya 'dizî'yê de ye jî. Pirs bi wî rengî hat). Demirtaş got: "Ez ji bilî tembûrê jî li enstrumanan didim (çaliyorum), lê ez hêviyên gel, pêşeroja gel nadizim."

Berendam Demirtaş careke din dubare kir ku di dora yekem de jî, duyem de jî dê ji bo berendamekî din berendamtiya xwe bi paş ve nekişîne.

Li ser pirsa alê jî Demirtaş got ku ala Tirkiyeyê demekê ji bo veşartina sûcê bikar anîne. Emê alê ji dest wan jî derxin, em hurmetdarê hemû sembolên gelan in. Pirsgirêka me bi alê re nîn e.

Sernavên vîzyona Demirtaş jî wisa hatin rêzikirin:


Banga jiyana nû banga demokrasiya radîkal e.

Banga jiyana nû baweriya li aştiyê ye.

Banga jiyana nû edalet e.

Banga jiyana nû azadiya baweriyan e.

Banga jiyana nû keskahî ye.

Banga jiyana nû ciwan e.

Banga jiyana nû mafê perwerdehiyê ye.

Banga jiyana nû jin e.

Banga jiyana nû li dinyayê aştî ye.

Banga jiyana nû rêxistinkirin e.

 


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

news
  • 17 10 2026

'Însiyatîfa Destûrîkirin û Fermîkirina Zimanê Kurdî li Sûriyeyê' hat ragihandin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

'50 sal li dû dîrok û çanda kurdî'

ad

Festîvala Mûnzûrê ku îro gere dest pê bikira hat betalkirin

ad

Di Fûara Pirtûkan a Amedê de îro

ad

DÎSK, KESK û TMMOB 'li dijî şer' dest bi grevê dikin

ad

Doza Medenî Yildirim hat taloqkirin

ad

Niviskar û Yazar

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şewata li Parîsê tîma Barselonayê da ber xwe!

  • 21 10 2026
news

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

  • 21 10 2026
news

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

  • 21 10 2026
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname