Diyarname
Ronahî TV ev 5 meh in ji bo li Başûr ofîseke veke serî li Hikumeta Başûr daye lê hê jî destûr nehatiye dayîn.
Ronahî TV ku navenda wê li ser vê yekê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku wan bi rêya ofîsa wan a Stockholma Swêdê de meha cotmeha 2020'an de serî li Hikuemta Başûrê Kurdistanê daye. Di daxuyaniyê de tê gotin ku wan daxwaz kiriye ku ew dixwazin li gor zagonên Başûr li Hewlêrê ofîsê vekin. Daxuyanî wisa didome; "Lê mixabin di bin behaneya ku Komîteya Peywendîdar ji ber vîrusa koronayê ne civiyaye, Hêzên Asayîşê li Hewlêrê ew daxwazname li cem xwe hiştiye û erêkirina ewlehî nedaye. Heta kêliya nivîsandina vê daxuyaniyê ew daxwaz hîna bê bersiv maye û me tu destûr ji bo meşandina karê xwe yê ragihandinê li Başûrê Kurdistanê bi dest nexistiye. Tevî ku desthilata hikumeta Iraqê erê kiriye û ji bo rêkarên fermî me serî li Desteya Rewşenbîran a herêma Başûrê Kurdistanê daye û li gorî fermîteya Başûrê Kurdistanê belgeyên pêwîst ji saziyên peywendîdar hatine xwestin. Li ser vê bingehê belge dema çû ber destê Asayîşê, heta niha nehatiye erêkirin û tu bersiv nehatiye dayîn."
Di daxuyaniyê de tê gotin ku tiştên Asayîşê gotina behane ne û naxwazin em xebatên xwe yên ragihandinê bimeşînin. Televîzyonê di daxuyaniya xwe de wisa gotiye: "Em vê helwestê di cih de nabînin û dixin rêza binpêkirina mafê azadiya ragihandinê û pêkanîna fişarê li ser dezgehên ragihandinê. Em bang li aliyên peywendîdar ên hikumeta Başûrê Kurdistanê dikin ku vê helwesta xwe biguherînin, daxwaza me erê bikin da ku azadiya ragihandinê li wê herêmê misoger bibe. Pêwîst e em bêjin ku televîzyona me karê xwe li gelek bajar û paytextên Ewropa û Ereban bi rêya buro an jî nûçegihanên xwe dimeşîne, lê çima desthilata Başûrê Kurdistanê rê nade ku Ronahî TV buroya xwe li herêma wan veke?”