Diyarname
Hunermend Tarkan li Ewropayê dest bi tûrneyê dike. Dê 8 konseran bide û ji bo vê yekê dê 6 mîlyon TL bigire. Bilêtên konseran ji niha de xilas bûne. Konsernên Tarkan roja 30'ê adarê li Berlînê dest pê kir, dûre çû Stutgartê (31 adar), îro (1 avrêl) jî li Frankfurtê bû. Tarkan roja 29'ê avrêlê bi konsera li Hambûrgê dê tûrneya xwe temam bike.
Di çarçoveya tûrneyê de ew dê here Almanya û Hollandayê. "Konserên Tarkan ên Fizy". Ji bilî van sê konseran ew dê here bajarên wekî Rotterdam (Ahoy Music Halle, 6 avrêl), Dusseldorf (du konser, Mitsubishi Electric Halle, 7 û 8 avrêl), Munîh (Zenith Halle, 14 avrêl) û Hamburgê (Barlaycard Arena, 29 avrêl).
Hat gotin ku Tarkan wekî par îsal jî pêşen pereyê xwe girtiye. Par ji bo 7 konseran 4 mîlyon TL girtibû.