logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÃŽQAÅž
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina GiÅŸtî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina GiÅŸtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Şahiya ji bo 'Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo' li dar ket
  2. Pirtûka 'Hunermend û Dengbêjên Jin' derket
  3. Sîdar Jîr beşdarî me dibe
  4. 'Zer'...
  5. 6 tîmî derbasê Dewrey 16'inan bî
news-details

Mehmûd Lewendî piştî 32 salên sirgûniyê Amedek çawa dît?

  • Dîrok: 04/08/2011
  • BeÅŸ: Serbest

Heyder DILJEN / AMED

Mehmûd  Lewendî der barê sirgûniya xwe ya 32 salan û vegera xwe ya welat wiha anî ziman:  “32 sal berê Amed bi qasî sehenekê bû, niha bûye qasî tepsiyeke mezin.  Xelk gelek polîtîze bûye. Yên ku ez li bajêr û gundan pêrgî wan hatim giÅŸ bûne PKK’î. Zarokan berê digot, ”Bavo, polîs hat, bireve”; niha dibêjin “Bavo polîs hat lêxe!”
Nivîskar Mehmûd Lewndî hest û dilînên xwe yên ji bo veger û Amedê bi van gotinan domand:  ”Hesteke pir ecêb e, Haydar! 32 sal berê Amed bajarekî bi qasî tebaxekê biçûk bû, niha bûye mîna tepsîyeke mezin. Bajarekî 130 hezarî, niha bi milyon û nîvekî bifikire. Ew Ameda  ku bi qasî tebaxekê bû, min qul bi qul zanî bû. Ew ê ku em bêjin niha bi qasî maseyekê ye ez tê de wenda dibim. Te ez li bajarê nû gerandim, lê yê kevn hîn mîna xwe ye lê pir xweÅŸ bûye.”
Mehmûd Lewendî piÅŸtî darbeya sala 1980’yî, tevli gelek hevalên xwe yên ji partî û komên siyasî yên cuda, ku di nav wan de rêxistinên wekî  DDKD, KUK, Rizgarî, PKK jî hebûn derketin derveyî welat ango sirgûniyê.  Lewendî wiha behsa welatên xerîbistanê dike: ”Em heta 80-81ê li Lubnan, Sûriyê li wan deran man. Di dawiya 80ê de ez û Xetîb Dîcle em bi hev re vegeriyan welêt. Xetîb, bi rastî mirov niha carna qehremaniya wî dibîne, lê wê demê jî cesûr bû. PiÅŸtî ku em ji Lubnanê vegeriyan welêt, Xetîb li vir ma. Ez di sala 1982ê de dîsa çûm derveyî welêt. Ez demekê li Sûriyê û Lubnanê mam û paÅŸê min berê xwe da Swêda sar û bi serma, lê paÅŸê Swêd bi me pir germ bû. ”

XEBATÊN JI BO ÇANDA KURDÎ
Nivîskarê kurd Mehmûd Lewendî li sirgûniyê jî kar û barên ji bo pêÅŸxistna çanda kurdî bê navber domandiye. Lewendî li Swêdê ji bo pêÅŸxistina zimanê kurdî ji bilî xebatên takekesî mamostetiya kurdî jî kiriye. Lewendî wiha behsa serboriya xwe dike: ”Ez nêzî 32 salan li derveyî welêt  mam, lê piraniya vê demê li Swêdê derbas bû. Min mamostetiya kurdî kir, me krêÅŸa kurdî ava kir, yan jî berî me hatibû avakirin, min li wir kar kir. Me gelek kovarên zarokan, derxistin. Hinek me bi hev re derxistin.
Hêvî, Hêlîn, paÅŸê min bi serê xwe kovara Mîrkut a mîzehî derxist. PaÅŸê min di Berbang, Armanc, Çira ya Yekitiya nivîskaran de kar kir. PiÅŸtî wê di Dibistana Kurdî ku te ava kiribû de, me bi hev re kar kir. Di Kitêbxaneya Kurdî ya Nedîm de min kar kir. Ev nêzî sê salan e ku ez li Parîsê me û di televîzyona kurdî ya KURD1ê de kar dikim. Bernameyeka bi navê ”Dîroka me” ez çêdikim. Di vê navberê de me bi hev re gelek kitêbên dersê jî derxistin, min, te, Remzî û gelek Hevalên din. Min, Vîldan û Mustafa Aydogan me ferhenga swêdî-kurdî amade kir. ”

ÎRO Û 32 SAL BERÊ
Ferqa îro û 32 sal berê gelo çibûn Lewendî ku 32 sal berê ji ber zext û zora dewletê ku derket ser riya sirgûniyê dema vegeriya gelo çi guherîbûn û çi wekî xwe mabû. Em gotinê dîsa ji Lewendî re dihêlin: ”Wekî bajar, ferqeke pir mezin heye. Bajarê ku min 32 sal berê li cih hiÅŸt, piranî nava Sûrê bû. Ji Deriyê Çiyê heta Mêlik Ehmedê, ji Mêlik Ehmedê heta Rezan bû.  Niha gelek park hatine avakirin, derdora bedenê gelek paqij bûye. Wê demê derdora bedenê tijî çop bû, cihê serxoÅŸan bû. Zibilxaneya Amedê li hinda Hala nû (yenî hal) bû. Niha bajar paqij bûye, peyarê mezin bûne, her çendî tevlîheviya trafîkê hebe jî xelk ji xwe re bi serbestî digere. TiÅŸtekî din jî heye ku, piÅŸtî rûxandina gundan xelkekî pir hatiye bajêr.  Bi qasî ku mirov dibîne, xelk ji belediyan pir memnûn e. “
Guhertinên di warê siyasî û hiÅŸmendiya ku gelê kurd îro gihîÅŸtînê jî bi van gotinan tîne ziman: “Ez ji te re ya rasterast bêjim? Belkî ji hinan re ters were, lê xelk giÅŸ bûye PKKyî. Ev balkêÅŸ e. Li derve jî vê yekê bala mirov dikiÅŸand, lê mirov texmîn nedikir ku rewÅŸ di vê dereceyê de ye. Ez niha ji te re çend nimûneyan bêjim: Gundiyên me hatin serdana min û ÅŸîna bavê min. Ew gundiyên ku 32 sal berê dema ku em diçûn ba wan ji me re digotin “telebe”, niha giÅŸ siyasetê dipeyivin, dibêjin “Mehmûd, tu çawan î, baÅŸ î? RewÅŸa partiyê li wir çawan e?” Ez weha sekinîm, min got partiya çi? Qesta wan PKK ye. Mesela “Fransayê çima li hevalan weha kir?” Ez weha sekinîm. Di rewÅŸeke weha de tu yê çi bêjî? Min got, rewÅŸa partiyê baÅŸ e.
Ew pîrêjinên me yên ku dema me digot “Newroz”, wan digot “dev ji van eyd-meydiyên filehan berdin”.  Me wê demê newroz pîroz dikir, lê ji wan re wek eydîyeke filehan dihat. A niha, hemû çûna newrozê wek erkeke girîng dibînin, wek ku herin ziyaretê. Wê rojê mewlûd hebû, jin di nav hev de dipeyivîn, digotin, “keçê te dî, filan kes nehat newrozê, filan kesê cilûbergên weha li xwe kiribûn.” Ez matmayî man û min ji xwe re hema guhdariya wan dikir.
TiÅŸtekî din jî balkêÅŸ e. Gundiyên me yên ku hatin serdana min û ÅŸîna bavê min, hemû hem musilmanên ku nimêja xwe dikin hem jî BDPyî ne û aktîv siyaseta kurdîtiyê dikin. Zarok jî weha ne. Mirov ÅŸiyarbûneke berfereh û xweÅŸ dibîne. Ev dê ber bi ku ve here, ez wê nizanim. Lê îro rewÅŸ ev e. Kêfa mirov pir bi vê ÅŸiyarbûnê tê. Bi qasî ku mirov fêm dike, êdî kurd ji vê yekê venagerin. Xurtbûnek heye û ber bi pêÅŸ ve diçe. “

GIRÎNGIYA ZIMAN Û TÊKOÅžÎNÊ
Mehmûd Lewendî dibêje ku ji bo me ziman pir muhîm e û wiha dirêjî da axaftina xwe: Gundiyên ku tên ba min qîmeta kurdî dizanin. Lê tiÅŸtê herî balkêÅŸ li dezgehên ku em çûn serdana wan bi kurdî tê peyivîn. Li hin cihan lewhe yan jî navên tiÅŸtan hem bi kurdî hem jî bi tirkî hatine nivisîn. Wekî nimûne, Navenda Cegerxwîn û Åžaredariya Sûrê. Li hin saziyan lewhe bes bi kurdî ne, wek nimûne Kurdî-Der û Rojnameya Azadiya Welat. Û bi hemû kesên ku li van dezgehan kar dikin re  mirov bi kurdî dipeyive. 32 sal berê di nav xelkê de kurdî axaftin pirtir bû, lê di dezgehan (sazî) de hema hema kurdî axaftin tune bû. Niha axaftin ya bi kurmancî ya bi zazakî ye. Ya dibêjin ”tu bi xêr hatî” ya jî ”ti xêr ameyê”. Di dema me de ev tune bû. Ev pêÅŸketineke xweÅŸ e. Ev yek nîÅŸan dide ku zazakî yan jî kurmancî ji zimanê gundîtiyê derketiye bûye zimanê rewÅŸenbîran. Dema ku xelk dibîne rewÅŸenbîr jî bi kurdî dipeyivin, ew jî bi zimanê xwe serbilind dibin.”
Lewendî di dawiya axaftina xwe de jî li ser pêÅŸketinên ku kurd bi riya têkoÅŸîna xwe ya bi salan e bi dest xistine jî bi van hevokan anî ziman: “Belê, ez dixwazim tiÅŸtekî din jî lê zêde bikim. Vê sibehê em li mala we bûn, rojnameya Azadiya Welat hat malê, me hem taÅŸtêya xwe xwar  hem jî rojnameya kurdî xwend. Ev berî vê 32 salan xewneke mezin bû. 32 sal berê, polîs strana ”melî melî” di nav dosya min a kaxez-maxezên sîgortayê de dît, dîrek (rasterast ez bi cudaxwazîyê tawanbar kirim û ji mada 125an doz vekir. Ez wê demê rêvebirê DDKDê bûm. Ew doz bi doza DDKDê ve girêdan. Niha Azadiya Welat tê malê. Ev pêÅŸketinek mezin e.”

 

Ji Azadiya Welat hatiye girtin

 

Parve Bike

Youtube Me

Diyabet

news

Helîm Yûsiv: Cêwiyê êşê Zubêr Salih

news

Îbrahîm Şahîn

news

Dosya: 40'emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê

news

Sohbetek li ser 'Sofî û Monîka'

news

Tuncer Bakirhan bi kurdî axivî

news

Peyama Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûkê

news

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 30 11 2023

Sîdar Jîr beşdarî me dibe

news
  • 25 11 2023

Ji her cure şîdetê re na

news
  • 23 11 2023

Firat Aydinkaya: Bi ya min pirs ev e, ev hîmê Celadet sed sal berê daniye aniha têra me dike an na?

news
  • 18 11 2023

Nûdem Hezex beşdarî me dibe

news
  • 15 11 2023

‘Hişê çêkirî hê ehmeq e’

news
  • 13 11 2023

Nîqaşa 'Rêziman', Cîhan Roj: Hûn ê daneheviya sed salî a nivîskî çi bikin?!

Nivîsên Nû
news

Di helbestên Îhsan Bîrgul de têgeha 'Dil'

  • Çorê ARDA
news

MaSîMûSa

  • Nûdem Hezex
news

ROBÃŽN

  • Aytenxan
news

Meseleya robotan, gelo tu mirov î?

  • Mîrza Ronî
news

Zemanê π (3,14.. 60 hezar)

  • Omer Dilsoz
news

Metropol de ziwanê kurdî

  • Cemîl Andok
news

Serpoşa Armîta Garavand

  • Mîrza Ronî
news

PIRSA ‘BIÇÛK’

  • Omer Dilsoz
news

PORÊ KUR

  • Aytenxan
news

Di Rênas Jiyan de huner

  • Çorê ARDA
news

Kurdbûna Li Dîasporayê

  • Mîrza Ronî
news

Ji bo Azîz Yagan û kesên wisa difikirin

  • Cemil Oguz
news

Nûdem Durak û Emma Kok

  • Mîrza Ronî
news

Rojbûyîn û 12’yê Rezberê

  • Aytenxan
news

Ji pirsa Murat Bayram bersiveke rast dernakeve

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Ji bo salvegera Serhildana Qamişlo tûrnûvaya futbolê dest pê kir

ad

Ji bo Mehmed Uzun çalakiyên bîranînê

ad

Niha dem dema Festîvala Fîlman e

ad

Baydemîr pirtûka 'Meyîr' û 'Amed' diyarî Erdogan kir

ad

Tatlises û Kizilkaya ne di lîsteyê de ne

ad

Demirtaş di Mîtînga Aştiyê de axivî: Emê tam îsabetê nîşanî we bidin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şahiya ji bo 'Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo' li dar ket

  • 29 11 2023
news

Pirtûka 'Hunermend û Dengbêjên Jin' derket

  • 29 11 2023
news

'Zer'...

  • 29 11 2023
news

Sîdar Jîr beşdarî me dibe

  • 30 11 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletiÅŸim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Sîdar Jîr
  • Omer Dilsoz
  • Veysel Vesek
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

BeÅŸ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÃŽQAÅž
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina GiÅŸtî

Copyright © 2005-2023 Diyarname