logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Bulut: 'Pêdiviya kurdan bi dîplomasiyek yekbûyî heye'

Di çarçoveya Fûara Pirtûkan a Stenbolê de li ser dîplomasiya kurdan panelek hat li darxistin. Faik Bulut ku li ser vê me

  • Dîrok: 14/11/2015
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Di çarçoveya Fûara Pirtûkan a Stenbolê de li ser dîplomasiya kurdan panelek hat li darxistin. Faik Bulut ku li ser vê meseleyê pirtûkek amade kiriye got: "Li nav kurdan dîplomasiya yekbûyî tune ye, dîplomasiya rêxistinan, a kesan heye."

Nivîskar Faîk Bulut bi navê “Tarih Boyunca Kurtlerde Dîplomasî” (Ji dîrokê ve li nav kurdan dîplomasî) pirtûkek du cîld amade kir û pirtûk ji Weşanên Evrenselê derket. Ji bo vê yekê li Fûara Pirtûkan a Stenbolê bi beşdariya Bulut, Firat Aydinkaya û Fehim Işik bi heman sernavê panelek li dar ket.

Di panelê de Bulut got ku ji bo vê meseleyê kurdan her gotiye "Niha ne dema wê ye û ji bo dîplomasiyê xebatek taybet nekirine. Kesek ji wan bi zimanekî biyanî zanibe, jêre gotiye tu pêre eleqedar bibe, ew peywirdar kirine." Bulut diyar kir ku ji ber kurd ji gelên Rojhilata Navîn in li dinyayê venebûne, lê qala girîngiya xebata Îsmet Şerîf Wanlî ya dîplomasiyê kir.

Partîtî û nebûna dîplomasiya hevpeş

Bulut got li cem PDK û YNK'ê dîplomasiya yekbûyî nîn bû û got: "Mehmûd Osman her digot, 'Ev siyaseta partîtî ye, ne neteweyî ye'. Ev pirtîbûyîn pêşî li dîplomasiyeke hevpar girtiye. Ev yek di meseleya sazkirina Kongreya Neteweyî de jî xwe nîşan daye. Li nav kurdan kêmasiya dîplomasiyê heye. Dîplomasiya hevbeş nîn e, dîplomasiya yekbûyî nîn e lê li her parçeyê li gor xwe dîplomasiyek wê heye."

Faik Bulut li ser dîplomasiya PKK'ê pesnê Adem Uzun da û got ku bi qasî min hêvî dikir jê zêdetir jîrekiya dîplomasiyê min pêre dît, ger ew vî karî bidomîne dê tiştên baş bike. Bulut xwest ku kurd êdî dîplomasiyek kolektîf bikin.


Dîplomasiya Şêx Ubeydullah

Parêzer Firat Aydinkaya diyar kir ku ji dema Ehmedê Xanî ve mirov dikare qala dîplomasiyê bike, ji ber ku Xanî meselay "Şûr û pênûs" aniye ziman û wekî modern dîplomasiya kurdan jî bi Şêx Ubeydullah da dest pê kirin û got: "Jîrbûna wî ya ji meletî tê, ev yek ji bo pîşeya dîplomasiyê têrê dikeb Wî ligel mîsyonerên amerîkî jî kar kiriye. Dema Ûrmiye di nav dorpêçê de bûye jî wî konfrenas li dar xistiye."

Aydinkaya dibêje kurdan dîplomasî ne wekî karek bingehîn, wekî alîkarê 'şûr' li meseleyê mêze kiriye. Her wiha Aydinkaya qala Ebdurezzaq Bedirxan ku wî dîplomasiya ekola rus, Şerîf Paşa jî ekola dîplomasiya rojava bikar aniye kir û diyar kir ku Bedirxan li Tiflîsê bi xebatên xwe kiriye ku ji bo kurdan xweseriyê bi dest bixe.

Li ser pirsek Aydinkaya got ku ger dîplomasiya kurdan xurt ba dê Ocalan nehata girtin.


Dîplomasiya li Qesra Elysee 

Nivîskar Fehîm Işik jî di destpêka salên 90'î de li ser hevdîtinek ligel Talabanî kir û got ku Talabanî bi çar zimanan  ligel çar kesên cuda xeber dida û paşê wergerê bi her çar zimanan dizanî, jêre gotiye ku Talabanî ji bo her kesî li gor dilê wî xeber dida.

Işik got ku di van demên dawî de bi ser rojavayê Kurdistanê re rêyek cidî li dîplomasiyê vebûye û got; "Çûyîna Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah û Fermandara YPJ'ê Nesrîn Edbullah a li Qesra Elysee ya Fransayê ne tiştek hêsan, li pişt vê xebateke cidî ya dîplomasiyê heye." Her wiha Işik qala dîplomasiya kurdan a li DYA'yê, nûçeyên vekirina ofîrên li Moskovayê jî wekî encama vê nîşan da û got: "Gere kurd vê rêya dîplomasiyê re bimeşin û dîplomasiya xwe xurt bikin."

Foto: Cemil Oguz

 

**

Nûçeyên eleqedar:

- Selahattîn Demîrtaşî pirtûk îmze kirin 

- Li Fûara Pirtûkan du rojên dawî 

- Bozarslan: 'Sed sal paşê dîsa doktrîna Gokalp li ser kar e' 

- Rojên îmzeyan a nivîskarên kurd 

- Serokê TYB'ê: Hikumet bila aştî, hizûr û azadiya ramanê saz bike 

- Çima panelek jî bi kurdî nîn e? 

- ‘Li nav kurdan dîplomasî’ derket û li Fûarê ye

- Weşanxaneyên kurd ên beşdarî Fûara Stenbolê dibin diyar bûn 


Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Pêşniyara îro: Fermo belgefîlmê 'Siya Avê' temaşe bikin

ad

28 penaltî û kûpayek

ad

“Koçero” û wêjeya gel

ad

'Çîrokên Jinên di Zindanan de' derket

ad

662 Charlie Chaplin li Lozanê kom bûn!

ad

Bi ser Komeleya Kurdan de girtin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname