logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Gençlerbirligi - Amedspor: Maç xilas 2-2
  2. Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn
  3. Li Hesekê îro çi qewimî?
  4. Xumava Estetîkê ya Zemanekî
  5. Dora 3'yan, pişke hat kişandin: Reqîbên tîmên bajarên kurdan diyar bûn
news-details

Ji Şêrwan Şêrwanî çi dixwazin?

  • Dîrok: 21/07/2023
  • Beş: Çapemenî

Diyarname

Şêrwan Şêrwanî rojnamegerekî ye. Ev nêzî 4 salan in girtî ye û Dadgeha li Hewlêrê niha (20'ê mehê) çar salên din ceza lê birî. 

Ji 2020'î ve girtî ye

Di meha gelawêja 2020'î de li gor îdîayan bi daxwaza PDK'ê zêdetirî 80 rojnameger, çalakgerên civaka sivîl û mamosta li Herêma Behdînanê hatin binçavkirin. Piştî demek hin ji wan hatin berdan, hin hê jî girtî ne. Yek ji wan kesên girtî jî rojnameger Şêrwan Şêrwanî ye. Li Hewlêrê Dadgehê roja 16'ê reşemiya 2021'ê cezayê 6 salan a girtîgehê lê birî. Bi biryara Serokê Herêma Kurdistanê ev ceza hatibû kêmkirin. Li gor hesabê, rojnameger Şêrwanî divê meha rezbera îsal (meh û nîv paşê) bihata berdan lê Dadgeha Li Hewlêrê roja 20'ê tîrmehê 4 sal cezayeke din li Şêrwanî birî.

Çima îro?

Dadgehê îdîa kiriye ku wî "Sextekarî" kiriye. Bifikirin ku rojnamegerî ev du sal û nîv in girtî ye, carek lê ceza birine û hindik maye derkeve, niha cezayek din lê dibirî. Ger heba "Sextekarî" dema ew hat darizandin divê her du doz bihatana yekkirin û bi vî awayî ceza bihata dayîn. Yan jî ger dadgehek û sûcek din heye, wê çaxê çima ev du sal û nîv in ceza lê nehatiye birîn îro tê birîn? Û ev du sal û nîv in girtî ye, di dema ku ew girtî maye de "sextekarî" kiriye? Çawa sextekarî kiriye? Pirs gelek in.

'Cezakirina Şêrwanî dûrketina ji rêgezên azadiyê ye'

Mekteba Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser cezakirina Şêrwanî bi daxuyaniyek got, “Cezakirina Şêrwan Şêrwanî dûrketina ji rêgezên azadiyê ye, azadiya fikir û azadiya rexne û weşanê li Kurdistanê di bin pirseke cidî de ye.”

YNK'ê wisa gotiye, "Azadiya fikir û azadiya rexne û weşanê li Kurdistanê di bin pirseke cidî de ye û raporên navnetewî yên rêxistinên mafên mirovan û rojnamegeriyê wekî berê rewşa azadiya Herêma Kurdistanê bi metirsîdar binav dikin."

'Dadgeha îstînafê bila biryarê betal bike'

Li aliyê din Tevgera Azadî jî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, "Girêdayî doza Şêrwan Şêrwanî û hevalên wî yên di girtîgeha Hewlêrê de, wekî erkeke exlaqî û hiqûqî divê ev biryara nehiqûqî li Dadgeha Îstînafê bê betalkirin. Bi vê jî, ev bi kêmanî dikare şerma ku dadgehan li ser wan ferz dike, kêm bike.”

Waliyê Silêmanî dijî biryarê derket

Her wiha Waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir jî bi ser hesabê xwe yê Facebookê re got ku desthilatdar bixwazin yan nexwazin, bizanin di dosyeya Şêrwan Şêrwanî û hevrêyên wî de xelet in û wiha got: “Divê desthilatdarî, dadgeh û rêveberî bi ruhê kîn, nefret, tolhildan, nefêmkirin, ceza û mehkûmkirina bi meyla taybet, nêzîkatî û helwest raber neke û biryaran nede.”

Rojnameger Omêd Beroşkî dij biryarê derket

Rojnameger Omêd Beroşkî piştî biryara dadgehê dijî biryarê derketibû û duh bi vî awayî daxuyanî dabû çapemenî. Beroşkî ku di sala 2020'î de ew jî di nav kesên hatibûn girtin de bû û meha reşemiya 2022'yan hatibû berdan, rexne li dadgehê û rêveberiya Herêma Kurdistana Federe kir. Beroşkî piştî biryarê ji bo çapemenî wisa got, "Mesrûr Barzanî li ser yasayê ye û bi hişmendiyek polîsî 4 sal cezayê girtîgehê daye Şêrwan Şêrwanî.” Li ser vê yekê Beroşkî îro serê sibê hat binçavkirin, êvarkî hat berdan.


Parve Bike

Youtube Me

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Li QAMIŞLO'yê çend dibistan hene? Rewşa perwerdehiyê niha çawa ye?

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 09 10 2026

Rojnameger Şaban Sevinç û Mustafa Balci hatin girtin

news
  • 08 10 2026

Fotoyê rojê ji ber avahiya AYM'ê tê

news
  • 26 09 2026

Rojnameger Necip Çapraz mir

news
  • 22 09 2026

'Bîrnebûn'eke nû

news
  • 27 08 2026

Hejmara nû ya Nûbiharê li pêşberî xwendevanan e

news
  • 26 08 2026

Kovara 'Bizot' ca dawo Rênas Jiyanî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Panzêran Polonya da ber xwe: 2-0

ad

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam gotin wekî ajotina erebeyê ye”

ad

Azerbaycan: Dronên Îranê li balafirgeha Nexçiwanê ketin

ad

Piştî 13 salan ava Firatê gihaşt bajarê Şedadê

ad

Li Skoçyayê partiya alîgirê serxwebûnê bi ser ket

ad

Bi gotina 'Jackie Chan' bang kir, serê wî ket belayê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Gençlerbirligi - Amedspor: Maç xilas 2-2

  • 10 10 2026
news

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

  • 09 10 2026
news

Li Hesekê îro çi qewimî?

  • 09 10 2026
news

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

  • 10 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname