Diyarname
Kongreya BDP'ê ku bi diruşma "Em bi Xweseriya Demokratîk jiyaneke azad ava dikin" li dar dikeve, dest pê kir. Di kongreyê de dê navê partiyê, amblem, rêzikname û bernameya wê bê guherandin.
3'yemîn Kongreya Asan a BDP'ê li Salona Odeya Muhendizên Avahiyan (ÎMO) dest pê kir. Li salonê pankartên bi kurdî û tirkî ên wekî "Ji bo jiyaneke azad û wek hev ji bo Ocalan azadî", “Ji bo Rojavaya xweser em dest bidin destê hev", “Jina azad neteweya demokratîk", “Jibo azadiya Rêber Apo metîndarî bişkîne xweserî ava bike” daliqandin.
Wêneyên Ocalan, ên her sê siyasetmedarên jin ên kurd ên li Parîsê hatin kuştin Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez hatin daliqandin.
Ji bo BDP'ê Emîn Ayna û Kamûran Yuksek wekî berendamên hevserokatiyê hatin diyarkirin. Ligel van, berendamê Serokomariya Tirkiyeyê Selahattin Demirtaş, Hevseroka HDP'ê Figen Yuksekdag, mebûsên HDP'ê Demir Çelik, Adil Zozani, Ayla Akat Ata, Nursel Aydogan, Hasip Kaplan, Esat Canan, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kışanak û Firat Anli, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê
Bekir Kaya û Hatice Çobanh, Hevserokên Şaredariya Îpekyoluya Wanê Aygul Bidav û Veysel Keser, Hevseroka Şaredariya Akdenîzê Yuksel Mutlu, Şaredarê Sêrtê yê berê Selim Sadak, Hevseroka Şaredariya Batmanê Gulistan Akel, Şaredarê Batmanê yê berê Nejdet Atalay, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan û delege di kongreyê de amade bûn.
...kongre didome, emê agahiyên berê ve pêşkêş bikin...


