Diyarname
14'ê vê mehê Roja Çîrokan a Dinyayê ye. Ji bo vê rojê li Amedê jî çalakiyeke tê lidar xistin. Çalakî roja 14'ê mehê saet di navbera 13.00-17.30 de li Navenda Çanda Cegerxwîn bi beşdariya gelek çîroknûsan li dar bikeve. Axaftina vekirinê wê ji aliyê helbestvan Arjen Arî ve bê kirin û daxuyaniya li ser Roja Çîrokê jî wê ji aliyê Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê Îrfan Babaoglu ve bê xwendin.
Beşa din a bernameya Roja Çîrokê bi vî rengî ye:
Danişîna yekem: 13.00-15.00
Moderator: Memet Yilmaz
Seyîdxanê Boyaxçî: Pêşkêşiya beşek ji çîrok û strana gelêrî: Huso û Nazê
Muharrem Erbey: Peyama ji zindanê
Abdullah Demirbaş: Peyama ji zindanê
Hekim Ebdula: Li Behdînan serencama çîrokê
Salih Xazî Salih: Serpêhatiya çîroknûs
Danişîna duyem: 15.30 - 17.30
Moderator: Lorîn S. Dogan
Mehmûd Nêşite: Di dimilkî de çîrok
Nesrîn Têlo: Çîroka binxetê
Zilkif Xweşhêvî: Çîrokên Nûbiharê
Wecîhê Evdirrahman: Serpêhatiya nivîsandina çîroknûs
Cuma Boynukara: Şano û çîrok
Feratê Dengizî: Xwendina çîrokê
***
Wekî notek: Li Qoser û Mêrdînê jî çalakiya Roja Çîrokê tê li dar xistin. Vaye bernameya wê derê:
- Çîrok di Roja Çîrokan de li Mêrdînê kon vedide
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


