Diyarname
Kovara Tîrojê bi hejmareke xwe ya nû pêşberî xwendevanên xwe ye. Di hejmara nû de kovarê meseleya "Siyaseta kurd û dorpêçkirina 'Îslama Siyasî'" girtiye dest.
Kovara du mehane ya bi tirkî û kurdî Tîroj bi hejmara xwe ya 69'an ya tîrmeh û gelawêjê pêşberî xwendevanên xwe ye.
Tîrojê di hejmara xwe ya nû de dosyaya xwe li ser meseleya "Siyaseta kurd û dorpêçkirina 'Îslama Siyasî'" amade kiriye. Dr. Mustafa Pekoz, Aziz Mahmut Ak, Ahmet Yaşaroglu, Seydi Firat, Guler Ozavci Dogu, Seher Akçinar li ser mijarên nivîs nivîsandine, dîtinên xwe anîne ziman.
Ji nivên kurdî, nivîskar Yaqob Tilermenî nivîsa xwe li ser tora civakî bi sernavê "Deqerû ango facebook" amade kiriye. Tilermenî nivîseke balkêş li ser eleqe, hevricimandin heta egotiya nivîskarên kurd a li ser facebookê nivîsiye û dîtinên balkêş aniye ziman.
Bulent Gedik jî nivîsa Maksîm Gorkî "Derxistin" wergerandiye; Fuat Ceylan jî ligel Xeyal li ser albuma wî "Li ber derî" hevpeyvînek pêre kiriye.
Ji nivîsên tirkî Pinar Ogunç meseleya keçika ku di dema berxwedana Geziyê de bi fulara xwe ya sor xuya bû û niha çûye çiyê nav PKK'ê bi sernavê "Keçika bi fulara sor û çîroka çiyê" girtiye dest.
Serpil İlgun jî bi endama koma aştiyê rojnameger û nivîskar Yuksel Genç ku ev 4 sal bûn ji doza KCK'ê girtibû û hate berdan hevpeyvînek kiriye. Genç dibêje ku kurd dengên xwe nadir Erdogan. Hamza Aktan jî bi Martin Van Bruinessen re li ser nasnameya kurdî hevpeyvînek kiriye.
Her wiha bi nivîsên xwe M. Ender Ondeş, Hakki Ozdal, C. Hakki Zariç, Cîhan Roj, Mehmet Sezgin, Cuma Boynukara, Veysel Vesek, Ozgur Amed, Hatice Yildiz, Rukiye Parin, Ali Haydar Avci, Akman Gedik, Mine Şengul, Salihê Kevirbirî, M. Zahir Kayan, Bariş Avşar; Mesûd Serfiraz, Mem Med, Tîrêj, Hesenê Hecîsilêman, Reyhan Sarhan jî bi helbestên xwe di kovarê de cih girtine.
**
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
**
'Kurt Tarîhî' nivîsî: "Di Osmanî de 'Kurdên Sadiq' û 'Kurdên Wehşî'"



