Sêrt
Meclisa Şaredariya Sêrtê, bi yek dengî biryar da ku navê Celadet Elî Bedirxan li Mala Piştgiriya Perwerdehiyê bikin. Lê ev biryara meclisa şaredariyê ji aliyê walîtiyê ve bi hinceta tîpa "X" hat redkirin. Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, nerazîbûn nîşanî helwesta walî da û diyar kir ku ev xwelêranegirtina zimanê kurdî ye û wiha got: "Alfebeya zimanê kurdî Tirkiyeyê parçe nake."
Meclîsa Şaredariya Sêrtê ji bo navê Celadet Elî Bedirxan li Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şaredariya Sêrtê ku di destpêka serdema hîndekariya 2011-2012'yan dest bi xizmetê kir, bi yek dengî biryar da. Meclisa Şaredariyê di civîna meha kewçêrê de mesele anî rojeva civînê û bi yek dengî biryar da ku navê Celadet Elî Bedirxan li Mala Piştgiriya Perwerdehiyê bikin. Biryara ku hate dayîn di 19'ê kewçêrê ji bo Walîtiya Sêrtê hat pêşkêşkirin. Lê walîtiyê bi hinceta tîpa "X" ku di nava navê Celadet Elî Bedirxan de heye li dijî hêjmara 1353'an a Alfebeya Tirk e red kir.
'ALFEBEYA KURDÎ TİRKİYEYÊ PERÇE NAKE'
Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak bertek nîşanî helwesta Waliyê Sêrtê da û diyar kir ku ev xwelêranegirtina li hemberî zimanê kurdî û alfabeya kurdî ye. Sadak, destnîşan kir ku Celadet Elî Bedirxan di ziman û çanda kurd de cihekî dîrokî digire û neqebûlkirina navê Celadet Elî Bedirxan neqebûlkirina çand û zimanê kurdî ye.
Sadak got ku walîtî bi hinceta tîpa ‘X’ nav qebûl nekiriye û ev helwesta Walî nayê qebûl kirin. Sadak, diyar kir ku di serdema ereb û eceman de jî ev nav dihat bikar anîn û wiha got: "Bikaranîna vî navî di aliyê zagonî de Tirkiyeyê parçe nake."
Sadak li ser erdheja ku îhtîmal e li Sêrtê pêk bê jî axivî. Sadak destnîşan kir ku Sêrt di nava rêça erdheja de cih digire ji bo vê yekê di nava hewldanan de ne. Sadak, da zanîn ku ji bo welatiyan der barê erdhejê de agahdar bike ji Walîtiyê xwestiye hevkariya hev bikin, lê walîtiyê ev daxwaza wan red kiriye.


