Diyarname
Mebûsê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu ku çend roj berê biryara mebûsiya wî hatibû betalkirin û li odeya xwe ya li Meclisa Tirkiyeyê "Nobeta Edaletê" dabû dest pê kirin, vê sibê hat binçavkirin.
Serê sibê saet li dor 06.30'ê dema Gergerlîoglu li lawaboyê bû, bi atlêt û pîjemayan bû hat binçavkirin. Gergerlîoglu wê demê wisa got, "Me ev dîmin di salên 90'an de dîtibûn."
Polîsên hatin odeyê nehiştin ew kincên xwe li xwe bike, nehiştin nimêj jî bike, bi vî awayî ew girtin birin.
Gergerlîoglu wisa got, "Me ev dîmin di salên 90'an de dîtin. Mixabin ji 94'an heta niha tiştek neguheriye. Ez diçim lawaboyê min digirin bin çavan." GERGERLÎOGLU HAT BERDAN Mebûsê HDP'ê Gergerlîoglu vê sibê hatibû binçavkirin, piştî 6 saetên binçavkirinê hat berdan. Di dema îfade dayînê de mebûsên HDP'ê Huseyin Kaçmaz, Erol Katircioglu û Filiz Kerestecioglu li ber qereqolê sekinîn.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Mebûsiya Faruk Gergerlîoglu jî hat betalkirin