Diyarname
Serokdewletê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê George W. Bush niha jî dest bi çêkirina portreyên xwe kir. Portreyên wî dê di "Freedom Conferance & Festival" de bêne pêşkêş kirin.
Enstîtuya Steamboat vê festîvalê li dar dixe. Di nav portreyên Bush çêdike de porteyên ligel Vladimir Putin, Angela Merkel, Hamid Karzai, Ellen Johnson Sirleaf û Tony Blair jî hene ku dema ew Serokê DYA'yê bû li Qesra Spî ligel wan hevdîtin kiribû.
Pêşangeh ji bo gel ne vekiriye, lê yên bilêtên bi 350 dolarî bikirin dikarin herin lê temaşe bikin.
Ji malpera Artnetê hatiye girtin