Diyarname
3 jê ji Tirkiyeyê 7 ji derve bi temamî 10 fîlm dikevin vîzyonê. Ji van yek jî anîmasyon e. "Colette", "Dead Man" yên derdikevin pêş.
Nivîskara navdar a fransi Sidonie Gabrielle Colette di sala 1873'yan de hatiye din ê û di sala 1954'an de miriye. Pirtûka wê ya herî tê zanîn "Gîgî" ye. Ew ji bo Xelata Wêjeyê ya Nobelê jî wekî berendam hatibû nîşandayîn. Fîlmê bi navê "Colette" ku niha ket vîzyonê li ser jiyana nivîskara navborî hatiye kişandin. Colette di dema li navçeyek biçûk dijî ligel nivîskarê ji parîsî Henry Gauthier Villars dizewice û bar dike Parîsê. Mêrê wê nivîskarekî ne jîr e lê ew hay ji jîrekiya nivîskariya jina xwe dibe. Nivîskar piştî vê yekê romanek bi jina xwe dide nivîsandin û bi ser navê xwe dide weşandin. Ew pê navdar dibe, jin pê debara xwe dike. "Colette" ku wê serdemê tîne ziman rola wê ji aliyê lîstikvana navdar Keira Knightley ve hatiye lîstin.
Fîlmê ku Wash Westmoreland derhêneriya wî kiriye, Keira Knightley, Dominic West, Eleanor Tomlinson û Denise Gough têde dilîzin.
Ji nav fîlman, fîlmê derhêner Jim Jarmusch "Dead Man" ku Johnny Depp, Gary Farmer, Crispin Glover 3u Lance Henriksen jî têde dilîzin di nav fîlmên ku vê hefteyê derdikeve pêş de ye.
Vane hemû fîlmên vê hefteyê:
- Dead Man / Derhêner Jim Jarmusch
- Escape Plan: The Extractors / John Herzfeld
- Colette / Derhêner Wash Westmoreland
- American Animals / Derhêner Bart Layton
- The Other Woman / Derhêner Daniel Auteuil
- The Crawl / Derhêner Aleksandre Aja
- Terra Willy: Planete Inconnue / Derhêner Eric Tosti / Anîmasyon
- Cin Deresi. Musfer / Derhêner İlker Tunçay
- Kiyamet Deneyî: Aporia / Derhêner Rec Ravan
- Yuvaya Donuş / Derhêner Hakan Kurşun


