Şirnex
Siyasetmedarê kurd Orhan Dogan di 7’emîn salvegera wefata xwe de ji aliyê xizm û BDP’ê ve li ser gora wî hat bibîranîn.
Orhan Dogan ku di sala 2007’an de li Bazida Agiriyê di mîhrîcanê de qeyrana dil derbas kiribû, rakiribûn nexweşxaneyê û piştî çend rojan wefat kiribû îro hat bibîranîn.
Parlamenterên HDP'ê Leyla Zana, Faysal Sariyildiz, hevserokê BDP’a Şirnexê Abdulazîz Bîlgî, hevserokê BDP’a Cizîrê Alî Gun û Merve Tanriverdî, hevserokên şaredariya Cizîrê Leyla Îmret û Kadîr Kunur, şaredarê berê yê Cizîrê Aydin Budak, endamên Meclisa Şaredariyê, rêveberên Meyadarê, rêveberên saziya civaka sivîl amade bûn.
Piştî diayan, Leyla Zana axivî û got ku wan demekê jî Orhan Dogan ji bîrnekirine. Zana da zanîn ku gelê kurd yê ku duh dihat înkarkirin îro ji aliyê hemû cîhanê ve rastiya wan tê qebûlkirin.
Faysal Sariyildiz jî got ku gelê kurd bi salan e ji bo ziman, çand û rumeta xwe têdikoşe û bedelên giran dide.
Piştî axaftinan qurnefîl danîn ser gorê.