HENÎFE HISÊN
Ev 6 sal di ser şoreşa Sûriyê re derbas bûn, hîn jî tê gotin ku em li çareseriyê digerin. Bi rastî gelek pirs tên bîra mirov. Gelo bi rastî kes dixwaze li Sûriyê çareserî pêk were? Kesek ji bo çareseriyê kar dike? Çareseriya behsa wê tê kirin ji bo Sûrî guncaw e yan na? Dema mirov van pirsan dike, dikare rewşa heyî hîn baştir raxîne ber çavan. Heta niha du nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) hatine guhertin, ji bo çareseriyê qaşo hewl didin. Lê projeyên ew bi pêş dixin ne li gorî rastiya gelên li Sûriyê ne, ji ber wê jî nekarîne aliyan jî bînin cem hevdu û çareseriyê bi wan bidin qebûlkirin. Ji ber ku, eger çiqas wekî nûnerê NY´yê be jî hêzên ku wan bi rê ve dibin hêzên modernîteya kapîtalîst in û berjewendiyên Ewropa û Amerîkayê esas digirin. Ji ber ku projeya wan a çareseriyê li gorî projeya Rojhilata Navîn a mezin e.
Ev proje li ser bingehê dîzaynkirina herêma Rojhilata Navîn e. Ev dîzaynkirin ne li ser esasê avakirina pergaleke demokratîk e ku têde azadiya gelên li Sûriyê li ber çavan digire. Bi temamî li ser bingeha parçekirinên hîn biçûktir e yanî dewletokên biçûk ava bike ku di bin hegemonya wî de be û karibe lê sermaya kapîtalîst serbest û bi ewle bigere. Her wiha dixwaze dabeşkirina Sûriyê li ser têgîna mezhebî û etnîkî wekî dewletokên biçûktir ava bike. Ji bo vê jî mutefîkên xwe li ser bingeha nokeriyê hildibijêrê. Vê yekê li ser nûnerê NY´yê jî ferz dikin. Ji milê din ve jî hêza mezin ya wekî Rusya, ne di wê astê de ye ku vê projeyê biguherîne. Hîn bêhtir dixwaze bi girtina hin tawîzan bibe şirîkê vê projeyê. Ji milekî vê wekî ku pir nakokiyên wê bi hêzên koalîsyonê re hene, xwe dide nîşan, ji milê din ve jî di bin re lihevkirinek jî heye. Yanî çi dema berjewendiyên wan hevdu temam bikin wê hêzên mezin tifaqê bikin, careke din gel û zirar wê li hêzên herêmî bibe.
Hêzên din ên ku dixwazin bi bandor bin Îran û Tirkiye ne, ev herdu dewlet jî çi qasî dijminatiya wan a dîrokî kûr be, ewqasî jî berjewandiyên wan ên nijadperestî û statûkoparêz hevdu digirin. Di her kêliya mezinbuna hêzên demokratîk de, ev herdu hêz tên cem hevdu û hevdu destek dikin.
Bi giştî mirov dikare tabloyê wiha raxe ber çavan. De Mistura jî tenê berdevkiya van hêzan dike. Ji ber ku ew alî û grûbên xwe wekî rejîm û muxelefet diyar dikin û bi De Mistura re didin û distînin, aliyek rejîm e, nûnertiya wê hinekî Rusya û piranî jî Îran dikin. Muxalefet jî nûnertiya hêzên koalisyona navneteweyî dikin. Ên ku navê wan kurd in qaşo di nava koalisyona nîştimanî de ne jî, tenê erkekî wan heye, ew jî rola nokertiyê ye. 24 saetan rapor û statîstîkên sexte çêdikin û didin patronên xwe, belkî payekê ango di nava projeya dagirkeran de kursiyekê bigirin. Tevî ku projeya Federasyona Demokratîk ya Rojava- Bakurê Sûriyê çareseriya herî guncaw e. Di serî de kurdên noker vê projeyê reş dikin û hêzên din jî me bi parçebûnê tawanbar dikin. Ji bo wê jî di van rojên dawî de De Mistura gotiye, beşdariya kurdan ji bo diyalogên li ser Sûriyê girîng e, lê belê kurd tenê ji sedî 5 in li Sûriyê. Jixwe ev nihêrînek desthilatdar e, bêçaretî dananîna holê ye. Bi hestên kurdan ên neteweyî lîstin e. Jixwe, De Mistura bi tu tişta li ser kurdên Rojava nizane. Lê tu gotin bê mane nîn in.
Ger De Mistura çareseriyeke bêyî kurdan difikire, xwe dixapînê. Ew kurdên tu dibêjê ji sedî 5 in, îro ji sedî 15´ê xaka Sûriyê rizgar kirine û hîn jî ji bo azadiya Sûriyê kar dikin û şer dikin. Yanî hebûna gelan, bi hejmara hindik û pirr nayê gotin. Wê demê gelên li bakurê Sûriyê dijîn ên wekî Suryan, Asur, Ermen, Çeçen, Çerkez, Tirkmen hejmara wan hîn hindiktir e. Wê demê birêz De Mistura ji bo wan dibêjê, ew tune ne. Ger nihêrîn ev be, gelo ew ê çareserî çêbe? Bêguman na. Wê demê çareseriya herî guncaw ji bo tevahiya gelên li Sûriyê dijîn Fedresyona Demokratîk ya Rojava-Bakurê Sûrî û tevahî Sûriyê ye. Pêwîst e, rejîm jî û hêzên muxalefeta hundir û derve ên bi rûmet werin, em bi xwe çareseriya xwe bi pêş bixin, li ser hîmê biratiyê bi hev re bijîn.
jindasilan@gmail.com
04.07.2016, Yenî Ozgur Polîtîka