Diyarname
'Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd' ku 3'ê vê mehê piştgiriya xwe ji bo Yeşîl Sol Partî eşkere kiribû, îro jî piştgiriya xwe ji bo berendamê Îtîfaqa Milet ê Serokomarî Kemal Kiliçdaroglu eşkere kir.
Tifaqê di daxuyaniya ku belav kiriye de wisa gotiye, "Tirkiye ya dê bi rejima otorîter, kêfî û yek kesî hê ber bi xarbûbê ve here, yan jî dê biguhere, ber bi normalbûn û demokrasiyê ve here. Em aligirê guherîn, normalbûn û demokrasiyê ne."
Tifaqê diyar kiriye ku ew gotina Kemal Kiliçdaroglu ya wekî "Pirsgirêka kurd ezê li meclisê çareser bikim" girîng dîtiye û wiha gotiye, "Emê di hilbijartina serokomariyê de piştgirî bidin Kemal Kiliçdaroglu lê ev yek nayê wê wateyê ku em piştgirî didin CHP'ê yan jî Îtîfaqa Milet."
Tifaqê diyar kiriye ku pirsgirêka kurd bi serokomarî tenê nayê çareser kirin û encax bi têkoşîna hevpar a hêzên demokratîk ên neteweyî yên kurd û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê dikare bê çareser kirin.
Di daxuyaniya ku îro hatiye belavkirin de careke din eşkere kirine ku di hilbijartina mebûsiyê de dê dengê xwe bidin Yeşil Sor Partî (Partiya Çep a Kesk).