Diyarname
Weşanên Avestayê dest avêt bin kareke girîng û "Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr" li Bakur weşand.
“Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr” ku Xelîl Duhokî amade kiriye ji nav weşanên Avesta derket. Bi vê pirtûkên kurmancên Bakur ku dibe nikaribin xwe bigihînin çîrokên kurmancên Başûr dê bikaribin xwe bigihînin wan û tehmeke ji wan bigirin.
Sînorên li nav kurdan bi her awayî bandor li kurdan kir. Ji aliyê ziman, jiyan, wêje û gelek xebatên din ve. Di 20 salên dawî de bi têkoşîna kurdan sînorên di nav kurdan de, bi taybetî da warê wêjeyê de hêdî hêdî radibin. Êdî kurdên Bakur diçin Başûr, yên Başûr tên Bakur her wiha diçin Rojhilat û Rojava jî. Pêre jî weşanxaneyên kurdan berhemên hev radigihînin hev. Xebata dawî ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hatiye kirin ku dikare bibe xebata salê.
Di “Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr” de gelek çîrokên kurmancên Başûr cih digirin. Yekem pirtûka kurteçîrokan li başûrê Kurdistanê, bi kurmanciya jorî, di sala 1972'yan de, ji aliyê nivîskar Elî Neqşebendî ve hate çapkirin û di sala 1979'yan de, Îbrahîm Selmanî pirtûka xwe gihande çapê. Piştî hîngê her sal çendinên din jî karwan pêş de birin.
Dema yek kurteçîrokên destpêkê dixwîne û hindekên niha jî, dibîne ku bi zimanekê sist nivîsîne û kêmasiyên rêzimanê di nav rêzên wan de di mişene, gelek caran rengê rapora didin yan jî nesîhet û şîretan dikin. Ji aliyê form û naverokê ve, lawaz û qels in, lê roj bi roj ber bi pêş de çûne û niha bi dehan çîrokên serketî hene. Babetên çîrokên pirraniya nivîskaran li dij sitem û zilma dijminan e, li dij derebeg û axa û piştevaniya cotkar û hejaran e û mirovê kurd hişyar dikin û berê wî didin xebat û xweragirtinê. Her wesa giriftarî û problemên rojane yên, jin û mêran, perwedekirina zarokan, jinrevandin û tolvekirinê ne û daxwaza edaleta civakî û wekheviya mirovî dikin.
Antolojiya hatiye amadekirin bi tenê berhemên devera Behdînan hembêz dike û piraniya wan bi tîpên erebî ne. Di antolojiyê de devoka nivîskaran hatiye parastin. Avesta ku berî hin pirtûkên çîrokên ên kurdên Başûr weşandibû, herî dawî îsal du pirtûkên Şêrzad Hesen weşandibû, niha antolojî jî li vê xebata xwe zêde kir.
Ev nivîskar çîrokên wan di nav 'Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr' de cih digirin:
ENWER MEHEMED TAHIR, Evro jivanê me ye
XELÎL DUHOKÎ, Nihênî
SERFERAZ ELÎ NEQŞEBENDÎ, Heft îşyên tirî...
SEGVAN XELÎL HÎDAYET, Ewê dawiya wî xuya
ÎBRAHÎM SELMAN, Wexerek
NIZAR MEHEMED SEÎD, Kurê kolana
HESEN SILÊVANÎ, Balolka Şekirê
SIDQÎ HIRORÎ, Evîna vekuştî
KOVAN, Beref hevalan
JARO DUHOKÎ, Veciniqîn
SALIMÊ CASIM, Simbêl
HIŞYAR RÊKANÎ, Helawîstin
MEHEMED SELÎM SIWARÎ, Hinara Tirş
FAZIL UMER, Mêvanê ne wext
ÎSMAÎL HACANÎ, Mestiya Serkeftinê
TÎLÎ SALIH MÛSA, Stêra berxwedanê
BAYIZ UMER, Kî?
EGÎD ŞEFÎQ, Zîndan
CELAL MUSTEFA, Revîn
KERÎM CEMÎL BIYANÎ, Hirmîka Xirş
SEBÎH MEHEMED HESEN, Hizrêt Têkelkirî
HAZIMÊ CASIM, Hilkeftinek di Çûn û Hatinê de
ÎSMAÎL MUSTEFA, Vegeryan
ÎSMET MEHEMED BEDEL, Helwêst
XALID SALIH, Rondik û Stiran
TEHSÎN NAVIŞKÎ, Vegirtin
HESEN ÎBRAHÎM EBDULLA, Dergehê Hîviya
HEKÎM EBDULLA, Çend Xulkek ji Demeke Dirêj
BABÊ ROJÊ, Demjimêr Dazde
ZEKÎ SILÊVANÎ, Tol
QEYRAN FEREC EBDAL, Dilîk
ARIF HÎTO, Hevdîtins
NEFÎSA ÎSMAÎL HACÎ, Şêwekar
MIHSIN EBDULREHMAN , Modêrne fişar
SALIH XAZÎ, Dewlet di bazinê gomanê da
Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr / Amadekar: Xelîl Duhokî / 208 rûpel
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.