Diyarname
Vê hefteyê 4 fîlm hene: Quantum of Solace, Issiz Adam, Guneşin Oglu, Son Cellat. Celadê Dawî li ser derbeyê ye.
Son Cellat - Celadê Dawî (2008)
Kunye:
Derhêner: Şahin Gok
Lîstikvan: Kadir Înanir, Atilla Saral, Julide Kural, Erol Demiroz, Mehmet Çepiç
Cure: Dram
Di Derbeya 12'yê Rezberê de dozgerekî bi navê Yusuf û gundiyekî ku bi erebekarî debara xwe dike Cabbar, her duyan jî davêjin girtîgehê. Li girtîgehê dostaniyeke di navbera her duyan de derdikeve holê, bi vê yekê êşên mirovan, îdamên ku hatine kirin, drama derbeyekê tê nîşandayîn.
Fîlmê ku senaryoya wî Macit Koper nivîsandiye digel ku têde amûrên şîdet û têkiliyên cinsî nîn in jî ji bo temaşekirinê sînora temena 18'an daniye. Li gor biryara Wezareta Çandê yên ji temenê 18'an biçûktin dê nikaribin lê temaşe bikin. Ev yek wekî xaleke balkêş derket holê û ev pirs hate bîra mirovan: Gelo radeyar naxwazin her kes bi rewşa Derbeya 12'ye Rezberê bihese?
Wezaret li ser vê biryarê wisa dibêje: "Amûrên ku beden û rihê zarokên dê xira bike têde hene."
Bi kurtahî piştî gelek fîlmên din, fîlmekî din waye li ser Derbeya 12'yê Rezberê hat kişandin.
Ji bo fragmanê:
***
Quantum of Solace 007
Kunye:
Derhêner: Marc Forster, Robert Wade
Lîstikvan: Daniel Craig, Mathieu Amalric, Judi Dench, Olga Kurylenko
Cure: Aksiyon / Macera
Rêzeyeke din ji rêzeya James Bond hat: Quantum of Solace 007.
James Bond ku bi aksiyon û bi keçikên xwe yên delal navdar e, vê carê çîrokeke din pêşkêş dike. Fîlm dê bala hezkiriyên 007 James Bond bikişîne. Dîsa entrîka, lêpirsîn, aksiyon û heyecan...
Ji bo fragmanê:
****
Issiz Adam - Mirovê bi tenê (2008)
Derhêner: Çagan Irmak
Lîstikvan: Melis Birkan, Yildiz KulCure, Goncagul Sunar, Gozde Kansu, Cemal Hunal ...
Cure: Dram / Romantik
Çagan Irmak piştî "Babam ve Oglum"ê navdar û "Ulak"ê niha jî fîlmekî li ser evînê, têkiliya mirovekî ji rêzê, bi "Issiz Adam"ê derdikeve pêşberî temaşevanan.
Alper ciwanekî 30 salî ye, di restoranta xwe de nanpêjekî baş e. Dema rojekê li kuçeyê Beyogluyê diçe pirtûkxaneyekê rastî Ada'yê tê û jiyana wî diguhere.
Alper dikeve bin tesîra xweşikiya Ada û dide dû.
Ji bo fragmanê:
***
Guneşin Oglu - Kurê Rojê (2008)
Derhêner: Onur Unlü
Lîstikvan: Haluk Bilginer, Ozgu Namal, Koksal Engur, Humeyra, Bulent Emin Yarar...
Cure: Fantastîk / Komedî
Fikri Şemsigil hemû jiyana xwe li bendamayîna pêkhatina mucîzeyekê derbas dike û di dawiyê de mucîze pêk tê: Hîn dibe ku e 'Kurê Rojê' ye. Û ev mûcîze ji başkirina jiyanê, zêdetir jiyana Fikrî Beg sero bin dike.
Fîlm bi lîstikvanî û lîstikvanên xwe balê dikişîne.