Diyarname
Vê hefteyê bazara vîzyonê kesat e, tenê fîlmekî heye: The Day The Earth Stood Still.
Li Tirkiyeyê roja ketina vîzyonê ya fîlmên nû în e. Her în sê, çar, pênc heta şeş fîlman jî carinan dikevin vîzyonê lê vê hefteyê tenê fîlmekî heye: "The Day The Earth Stood Still" (Roja ku dinya radiweste- Dunyanin Durdugu Gun)
Derhêner: Scott Derrickson
Lîstikvan: Keanu Reeves - Jennifer Connelly - John Hamm - John Cleese - Kathy Bates
Cure: Komedî
Zanyara navdar Dr. Helen Benson ji bo cîhanê li hemberî qeyranê hişyar bike bi mirovê fezayî Klaatu re rû bi rû dimîne. Hin hêzên li derveyî Helenê bi çavê neyarî li Klaatu re dinêrin û nahêlin bi rêberên dinê re bikeve têkiliyê.
Helen divê nîşanî Klaatu bide ku dinya wisa ciheke ku divê bê rizgarkirin.


