Diyarname
9'emîn Festîvala Fîlman a Duhokê îsal di navbera 1-8'ê berfanbarê de li dar dikeve. Festîvalê 6 fîlmên kurdî yên ku di Pêşbaziya Fîlmên Metrajdirêj de bêne pêşkêş kirin eşkere kirin. Ligel van 6 belgefîlm jî eşkere bûn.
Fîlmên Alî Kemal Çinar, Mano Xelîl, Lutfi Îrdem, Bilal Korkut, Kazim Oz û Husên Hesen ên metrajdirêj dê bêne nîşandayîn.
Va ne ew fîlmên metrajdirêj:
- Berî Şevê / Derhêner Ali Kemal Çınar
- Cîran / Derhêner Mano Xelîl
- Pîrebok / Derhêner Lutfu Îrdem
- Bîraxane / Derhêner Bilal Korkut
- Temenê Kuliyeke Berfê / Derhêner Kazim Oz
- Bûka Baranê / Husên Hesen
Di beşa belgefîlman de jî belgefîlmên Ferya Younesî, Kerem Tekoglu, Elif Yigit, Sarkew (Yasîn) Misgarî, Zeynê Akyol û Nevine Gerits hene.
Va ne ew belgefîlm:
- Goristana Jiyanê / Derhêner Ferya Younesi
- Şeva Reş / Derhêner Kerem Tekoglu
- Ji bo edealetê / Derhêner Elif Yigit
- Zimanê Zikmakî / Derhêner Sarkêw (Yasîn) Misgarî
- Rojek / Derhêner Zaynê Akyol
- Paşa, Diya Min û Ez / Derhêner Nevine Gerits
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.