Diyarname
Di maça Koma A ya Kûpaya Cîhanê de Brezîlya û Meksîka derketin pêşberî hev. Hemû hewldanên Brezîlyayê rastî berxwedana qeleparêzê Meksîka Ochoayê hatin û maç bi 0-0 bi dawî bû. Niha di komê de pûanên her du tîman jî 4 in.
Belçîka paşê hişyar bû
Di maça din a îro de Belçîka û Cezayîr derketin pêşberî hev. Di maça Koma H de Belçîka bi 1-0 li paş ket, lê di dawiyê de karî bi 2-1 bi ser bikeve.
Gola Cezayîrê di deqîqeay 24'an de Feghouli avêt û nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû. Di deqîqeya 65'an de Fellaini ku ji dêvla Lukaku di deqîqeya 58'an de ketibû maçê golek li ser navê Belçîka avêt û encam bû 1-1.
Mertensê ku li Napoliyê dilîze di deqîqeya 80'ê de derket ser dikê û gotina dawî go: 2-1.
Belçîka bi vê encamê sê pûan girtin