logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Şaredarên BDP’ê dê biçin ser sînorê Rojava

Şaredarên BDP'yî bi rojeva rojavayê Kurdistanê li Amedê bi lezgînî kom bûn. Şaredaran dan xuyakirin ku Tirkiye bi lêkiri

  • Dîrok: 01/11/2013
  • Beş: Nûçe

AMED

Şaredarên BDP'yî bi rojeva rojavayê Kurdistanê li Amedê bi lezgînî kom bûn. Şaredaran dan xuyakirin ku Tirkiye bi lêkirina 'dîwarê şermê' re dixwaze şoreşa li Rojava bifetisîne. Şaredaran silav li sekna Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan kir. Şaredaran destnîşankirin ku ewê roja 7'ê mehê bi gelê xwe re li Nisêbînê bin û li dijî vî dîwarê şermê rawestin.

Şaredarên BDP’ê ji bo hilbijartinên 2014’an, rewşa Rojava û dîwarê şermê ku li Nisêbînê tê xwestin di navbera binxet û serxetê de were lêkirin, li Amedê hatin cem hev. Civîn li Navenda Çandê ya Cegerxwîn bi beşdariya bi dehan şaredar û Parlamenterê BDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk ku ji rêveberiyên heremî berpirsiyar e pêk hat. Di navbera nîvro de şaredaran daxuyanî dan. Li ser navê şaredaran Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr axivî. 

Baydemîr diyar kir ku wan di civîna xwe de hilbijartinên herêmî, pêvajo, dîwarê şermê û helwesta Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a li hember dîwarê şermê nirxandine. Baydemîr wiha got: “Berî her tiştî hemû şaredarên me û tevî navenda partiya me ya giştî, em ji dil û can hêviya aşîtiyê li hemû Rojhilata Navîn dikin. Her wiha daxwaza siyaseta me armanca gelê me li Rojhilata Navîn di navbera hemû gelan de, gelê kurd, tirk, ereb, fars û gelê qedîm aştiyek pêk were. Lê ji bo vê divê hemû gel bigihîjin mafê xwe yên çandî, zimanî û xwezayî. Her wiha li Rojava li binxetê gelê kurd jî wekî hemû gelê cihanê daxwaza mafê xwe yên xwezayî, mafê statuya xwe dike. Ev maf wek şîrê dayika wan li wan helal e. Îro di sedsala 21'ê de di navbera binxet û serxet de, ku armanca me û daxwaziya hemû mirovahiyê ji mayînan bê paqij kirin e, lê mixabin bendê nû tên ava kirin. Ev li dijî wijdanê mirovahiyê ye. Her wiha banga me li hemû cîhanê ye ku li Rojhilata Navîn pêwîst e em sînoran sist bikin. Ji bo gel, mirovahî karibe bi dilsozî, dilxweşî bi hev re bikevin têkiliyê.” 

‘EM ŞAREDAR TEV PIŞTGIRIYÊ DIDIN AYŞE GOKKAN’

Baydemîr di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku dîwarê tê ava kirin li ser qedera kurdan dê were ava kirin û wiha pê de çû: “Kurd êdî vê naxwazin. Hemû gelên serxetê binxetê, başûr, bakûr, rojhilat, rojava. Hemû dizanin sedsala 21. sedsala tifaqê ye. Sedsala xebata ji bo azadiyê, wekheviyê, ji bo jiyaneke hevpar e. Ji bo vê yekê jî em hemû şaredar sekna ku niha Seroka Şaredariya me ya Nisêbînê Birêz Ayşe Gokkan nîşan daye piştgiriya wê dikin. Di 7’ê mijdarê de wek navenda partiya me diyar kiriye hemû kes divê piştgirî bide gelê me yên Rojava, Efrîn, Hasekî, Qamişlo û hemû bajar û bajarokê binxetê. Em bi hêvî ne wê bi tifaqê sedsala 21. bibe sedsala kurda, sedsala azadiyê, sedsala biratiya gelê Rojhilata Navîn.”

'BI DÎWARÊ ŞERMÊ RE DIXWAZIN CAREKE DIN KURDISTANÊ DAGIR BIKIN'

Piştî Baydemîr Parlamenter Demîr Çelîk jî axaftinek kir. Çelîk bibîr xist ku şaredara wan Ayşe Gokkan li hember “Dîwarê Şermê” ketiye rojiya mirinê û got ku ew piştgirî didin vê  helwestê. Çelîk wiha got: “Li ser navê BDP’ê em Birêz Ayşe Gokkan silav dikin em ê ligel têkoşîna wê bin. Di 7’ê mijdarê de temamê hilbijêr û gelê me ji bo sekna hember qirkirina gelê Rojava li Nisêbînê bin. Dîsa derdorên ku qetlîamên bi destê El Nûsra û El Qaîde têr nabînin, bi dîwarê şermê dixwazin cardin Kurdistanê îşgal û îlhaq bikin. Em ê li hember vê dagirkeriya Tirk ligel Rojava û gelê Rojava bisekinin.” Çelîk daxuyand ku di sala 1989’an de di şexsiyeta dîwarê Berlîn de mirovahiyê dîwarê şermê hilweşandiye û wiha pêde çû: “Lê Tirkiye cardin tenezulî dîwarê şermê dike. Ev nayê qebûl kirin. Ev şerma mirovahiyê ye. Ne di mirovahiyê de ne jî di qanûnên navneteweyî de cihê vê yekê heye. Divê temamê saziyên navneteweyî vê yekê bibînin û li hember vê bisekinin.”

 

‘TIRKIYE DIXWAZE BI DÎWARÊ ŞERMÊ ROJAVA BIFETISÎNE’

Çelîk diyar kir ku şîfreya çareseriya pirsgirêka kurd nêzîkahiya li hember Rojava ye û ev gotin anî ziman: “Ji ber vê yekê Tirkiye dixwaze bi El Nusra û El Qaîde dîsa bi dîwarê şermê wir bifetisîne. Em vê şermê qebûl nakin. Em cardin şaredara me Ayşe Gokkan silav dikin. Dîwarê şermê pirotesto dikin. Em ê di 7’ê mijdarê de ligel gelê Nisêbînê li cem gelê Rojava bin.” 

Çelîk di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku hemû serokê şaredariyên wan diyar kirin e ku ew bên peywirdar kirin neyên peywirdar kirin jî dê li gora paradîgmaya azadiya jinê, ekolojî û civakeke demokratîk tevbigerin.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kovareke nû bi kurdî, ‘Bizot’ derket

ad

KNK: Divê xebata Rojava bi her awayî bê piştgirî kirin

ad

Agahî

ad

Li TUYAP'ê jî wê zimanê xwe winda neke!

ad

Tevgera Goran: Bila referandûm bê paşxistin

ad

DYA'yê ji bo 'sifir karbon'ê hedef da ber xwe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname