AZÎZ KOYLUOGLÛ / GIRKÊ LEGÊ
Yekîneyên Parastina Gel ên Rojavayê Kurdistanê (YPG) der barê "qedexekirina mayinên dijî kesan (antî personel)" û "di şert û mercên şer de parastina sivîl û jinan de" du peymanên navneteweyî mor kirin. YPG'ê her wiha qebûlnekirina ciwanên kêmî 18 salî li refên YPG'ê di prensîbê de qebûl kir û da xuyakirin ku ew ê peymana navneteweyî ya di vî warî de di nava mehekê de îmze bike.
Banga Cinêvê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ya navenda wê li bajarê Swîsre Cinêvê ye, bi heyeta bi Serokatiya Şefê Operasyonê Paskal Bongard çû serdana Rojava.
Heyetê bi Wezareta Parastinê ya Kantona Cizîrê û rayedarên YPG'ê re hevdîtin kir. Li dû hevdîtinê, di navbera aliyan de, li ser qedexekirina mayinên antî personel û şert û mercên şer de parastina sivîlan û jinan de du peymanên navneteweyî hatin morkirin.
Peyman bi merasîmekê hatin morkirin. Di merasîma îmzeavêtinê de ji Banga Cinêvê Paskal Bongard, Şefê Rojhilata Navîn Mehmet Balci û Şefê Sûriyeyê Yûsûf Wehbî, li ser navê Rêveberiyên Xweser ên Rojava Wezîrê Parastinê yê Kantona Cizîrê Abdulkerîm Sarûhan, li ser navê YPG'ê berdevkê YPG'ê Rêdûr Xelîl, li ser navê YPJ'ê jî Xaliya Nîmet amade bûn.
Di merasîmê de aliyan, du peymanên navneteweyî yên li ser xalên "qedexekirina mayinên antî personel û parastina sivîl û jinan di şert û mercên şer de" hatin îmzekirin.
Di daxuyaniya li merasîmê de her wiha qebûlnekirina ciwanên kêmî 18 salî li refên YPG'ê di prensîbê de hat pejirandin û peymana di vî warî de jî wê di nava mehekê de were îmzekirin.
Wezîrê Parastinê yê Kantona Cizîrê Abdulkerîm Sarûhan li merasîmê axivî û ragihand ku hêzên wan ên parastinê ji destpêkê ve dilsozên peymanên navneteweyî ne û destnîşan kir ku di encama hevdîtinên salekê yên bi Banga Cinêvê re, peyamên di prensîbê de pê re dilsoz in, mor kirine.
Li ser navê Banga Cinêvê Paskal Bongard jî, ji ber peymaneke bi vî rengî mor kirine ji YPG û YPJ'ê re spas kir. Bongard diyar kir ku ewê ji niha û pê ve bi YPG û YPJ'ê re li ser parastina sivîlan û hiqûqa şer, xebatan bimeşînin.
Bongard da zanîn ku di rêziknameya YPG'ê de qedexe ye mirovên ji 18 salî biçûktir wekî şervan bên wergirtin û destnîşan kir ku ev xal erênî ye. Bongard ragihand ku ji ber hin kêmasiyên teknîkî peymana di vî warî de nikare niha bê morkirin, lê wê di nava mehekê de ev xal jî were morkirin.
ANHA


