Diyarname
Yek ji fîlmê klasîk ê Tirkiyeyê "Anayurt Otelî" bi awayê nûkirin dê derkeve pêşberî sînemahezan.
Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) ev deh sal in her sal fîlmekî klasîk ê tirk di çarçoveya "Turk Klasîklerî Yenîden" (Klasîkên Tirk ji Nû ve) de restore dike û di Festîvala Fîlman a Stenbolê de nîşanî temaşevanan dide. Ev xebata ku Festîvala Fîlman a Stenbolê ligel Groupama li dar xistiye îsal fîlmê Omer Kavur ê ku ji romana Yusuf Atilan hatiye girtin "Anayurt Otelî" hatiye restorekirin û dê bê nîşandayîn.
"Anayurt Otelî" di sala 1987'an de hatiye kişandin, piştî 30 salan bi awayê restorekirinî carek din tê nîşandayîn. Fîlmê ku derhêneriya wî Omer Kavur kiriye Macit Koper, Serra Yilmaz, Orhan Çagman û Şahika Tekand têde wekî serlîstikvan rol girtine. Serlîstikvan Macit Koper bi vê rola xwe li Festîvala Fîlman a Nantesê xelat Lîstikvanê Herî Serketî girtibû û SIYAD'ê (Komeleya Rexnegirên Sînemayê) jî wê salê Lîstikvanê Herî Serketî yê Salê hilbijartibû. Festîvala Fîlman a Stenbolê îsal Xelata Rûmetê yê Sînemayê dê bide Koper. Fîlm wê salê di Festîvala Fîlman a Stenbolê de jî Xelata Fîlmê Herî Serketî girtibû. Heman salê di Festîvala Antalyayê de xelata Fîlmê Duyemîn ê Herî Serketî, Derhênerê Herî Serketî girtibû, di Festîvala Fîlman a Valensiyayê de jî Xelata Bronzê bi dest xistibû.
Festîvala Fîlma a Stenbolê û Groupama salên borî ev fîlm restore kiribûn. "Bereketli Topraklar" (Erden Kiral, 1979), "Vurun Kahpeye (Lutfi O. Akad, 1949), "Selvi Boylum Al Yazmalim (Atif Yilmaz, 1978), "Uç Arkadaş (Memduh Un, 1958), "Gurbet Kuşlari (Halit Refig, 1964), "Vesikali Yarîm" (Lutfî O. Akad, 1968), "Muhsin Bey" (Yavuz Turgul, 1988), "Yilanlarin Ocu" (Metin Erksan, 1962), "Suru (Yilmaz Guney, 1978)
Festîvala Fîlman a Stenbolê îsal 36'emîn car dê di navbera 5-16'ê avrêlê de li dar bikeve. Bernameya festîvalê 14'ê adarê dê bê eşkere kirin.
**
Nûçeya Eleqedar: