Diyarname
Li hemberî kurdî zordarî, tehde didomin. Îro du nûçe derketin pêş. Va ne ew nûçe:
KAYÛMÊ TABELAYA KURDÎ BETAL KIR
Kayûmê Bismilê tabelayên li ser rê ku bi kurdî bûn rakirin û tenê tabelaya tirkî danî. Li ser rêya Seleta Bismila Amedê di tabelayê de "Selet", "Seleta Jêrîn" hebû. Dîsa Şaredariya DBP'ê talebaya "Hûn bi xêr hatin" jî di sala 2015'an de daliqandibû. Kayumê Bismilê ev rakirin û tenê tabelaya bi tirkî danî cihê wê.
PARÊZÊRÊ BI KURDÎ AXIVÎ RASTÎ ÊRÎŞÊ HAT
Li Rihayê endamê OHD'ê parêzer Ahmet Atiş li Qereqola Jendirmeyan a Herêma Organîze Sanayî piştî temamkirina îfadeyan bi muwekîlê xwe re bi kurdî axivî, lê rastî êrîşê heqaret û fîzîkî hat.
Parêzer Atiş çû Nexweşxaneya Dewletê ya Urfa Balikligolê û rapor girt; ji bo doz bê vekirin serî li dozgeriyê da.