Diyarname
Navenda Çand û Huner a Cegerxwîn di sala 2011'an de i navê "FîlmAmed" festîvala belgefîlman li dar xist. Heta a 7'an li dar ket û piştî kayûmê dest danî ser şaredariyê wekî gelek xebatên din ev xebat jî rawestiya. Û niha FîlmAmed carek din li dar dikeve û li benda belgefîlman e.
8'emîn FîlmAmed Festîvala Belgefîlman îsal wê di navbera 27'ê rezberê û 1'ê kewçêrê de li Amedê li dar bikeve. Îsal Komeleya Akademiya Sinemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) û hin saziyên sivîl bi hev re festîvalê li dar dixin.
Li ser vê yekê rojnameger Ardîn Dîren nûçeyeke di Ozgur Polîtîkayê de amade kiriye. Dîren ligel sînemager Metîn Ewr ku yek ji endamên Komaleya Akademiya Sinemayê ya Rojhilata Navîn e axiviye.
MÎHRÎCANEKE PIR-RENG
Ewr qala rengîniya festîvalê kiriye û gotiye, "Dema em li mihrîcanên din dinihêrin em deng û rengekî cuda nabînin. Ji ber ku Mihrîcana FilmAmed a Belgefilman, hem neteweyî û hem jî navneteweyî ye, her civak ango her gel rengê xwe bi rehetî tê de dibîne. Di mihrîcanên heta niha de me ev yek dît. Wexta em li rewşa welêt û atmosfera giştî dinihêrin bi rastî jî tê xuyakirin civak û xweza bi her awayî bê nefes hiştine. Hemû rêyên ragihandinê hatine girtin û her der tê talankirin û dagirkirin”
FÎLMAMED HAFIZEYÊ NADE JIBÎRKIRIN
Metîn Ewr ji bo rola hunerî û girîngiya Mihrîcana FilmAmedê jî got; “Di vir de rola hunerî girîng e, huner dibe ziman, çav û bîra jiyanê. FilmAmed bi belgefilman hafizeyê nade jibîrkirin û hewl dide temaşevan jî li ser bîra ku serdestan tune kiriye yan jî tune dikin, bifikirin. Yanî, ev mihrîcan hizr û bîra temaşevan e jî. Li Kurdistanê kêm mihrîcanên bi vî rengî hene. Dema em li mihrîcanên di nava pergala heyî de dinihêrin, em deng û rengên cuda nabînin. Hemû yekreng in. Ji ber ku bi taybetî belgefilmên pirsgirêkên civakî tînin ziman û radixin ber çavan, yên hişmendiyekê diyar dikin, nihêrînek cuda, azadiya cinsî, têkoşîna jinê, mafên hindikahiyan, zarok, penaber û xwezayê dixin navenda berhemên xwe yan tên sansurkirin yan jî cih nadin wan. Ev rewş girîngiya FilmAmedê hem ji bo sînemaya kurd û hem jî ji bo xelkê Amedê derdixe holê. Berî demekê, şanoger û muzisyenên vî bajarî jî hatin binçavkirin. Bi taybetî dixwazin vê çandê ji holê rakin."
PIŞTIGÎRIYA JI BO BELGEFÎLMKARAN
Metîn Ewr gotiye ku belgefilm di sînemayê de forma herî zêde nêzî rastiyan e, warekî girîng e û ev yek lê zêde kiriye "Bi rastî belgefîlm girîngiya ku heq dike nabîne, wekî karekî cidî yê sînemayê nayê dîtin. Bi vê mihrîcanê em dixwazin pişta derhenêrên belgefilman bigirin. Û her wiha ji bo ku xebatên wan derhenêran bên dîtin jî ev festîval girîng e. Û di demeke wiha de ku êrîşeke berfireh li ser çandê, bîra civakê heye hem belgefilm ji bo parastina bîra mîrov pêdiviyek e hem jî çalakiyên wekî vê mihrîcanê.”
SAZKIRINA BINGEHA NÎQAŞ Û NIRXANDINAN
Ewr gotiye ku di serî de belgefilmên ku ji ber çi sedemê dibe bila bibe ku hatine qedexekirin dê di mîhrîcanê de bêne nîşandayîn û wisa dawî li gotina xwe aniye: "Em dixwazin bi saya mihrîcanê bingehe nîqaş, nirxandin û parvekerina belgefilman xurtir bikin.”
Yên bixwazin dikarin heta dawiya mehê, roja 31'ê tîrmehê belgefîlmên xwe bigihînin ber destên amadekeran.
Ji bo serîlêdanê lînk:
https://filmamed.ortadogusinema.com/


