Diyarname
Modela navdar Heidi Klum bêyî ku bitirse ji bo belgefîlmekî ku Discovery Channel dikişand tevî 45 semasiyan soberî kir.
Klum di hevpeyvîna ji bo kovaro OK! de got ku wî ceribandineke ku jêre dilpolayî divê pêk aniye. Klum da zanîn ku li Bahamayê bêyî qefes bê bikaranîn xwe bera nava avê daye ku 45 semasî jî têde hebûne û ev yek ji bo wî bûye tecrubeyeke mezin.
Heidi Klum wisa got: "Ez nabêjim divê her kes tevî semasiyan soberî bike. Lê carinan ji bo ku hûn bi qîmeta jiyanê bizanibin divê hûn gavinên bêtirs bavêjin. Bi vi awayî hûnê tirsên xwe têk bibin."