Diyarname
Pêşiyên kurdan gotiye, "Ji mecbûrî goştê mirîşkan tê xwarin" lê ev gotin ji bo wî nehatiye gotin. Ji ber ku hem bi kêfxweşî, hem ji bo rekorşikandinê di nîvsaetê de wî tam 337 baskên birîskê xwar.
Li eyaleta Philadelphia ya DYA'yê pêşbaziyeke xwarina mirîşkan hate dest pê kirin. Takeru Kobayaşî yê japon li hemberî 20 hezar temaşevanî di nîv saetê de tam 337 baskên mirîşkê xwar û rekor şikand.
Berê kesek bi navê Jonathan Squibb di nîvsaetê de 225 bask xwaribû. Kobayaşî ku rekor şikand pêre jî 20 hezar dolar xelat girt.