Diyarname
Osman Ocalan ku birê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û li Başûr dijiya li Hewlêrê mir.
Osman Ocalan di sala 1958'an de li Rihayê hatibû dinê. Wî jî demek dirêj di nav PKK'ê de cih girtibû û yek ji rêveberên wê bû. Di sala 2004'an de ligel komek veqetiya û li Hewlêrê bi cih bû. Ocalanê ku li wir zewicî bû du zarokên wî hebûn.
Ev nêzî mehek bû ji ber vîrusa koronayê ew li nexweşxaneyeke li Hewlêrê dihat derman kirin lê îro serê sibê mir.