logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Îshak Tepe mir
  2. Festîvala Kurteçîrokan bi beşdariya 45 nivîskaran dest pê kir
  3. Bijî serê heshesok
  4. Fîlmê 'Filistîn 36' hat nîşandayîn
news-details

Li Rojava îro çi qewimî?

Li Rojava, li gelek cihan di navbera YPG û Cephed Nusra de şer didome. Bi gulebarana çeteyan kesek mir. Vane agahiyên ro

  • Dîrok: 21/07/2013
  • Beş: Nûçe

Li Rojava, li gelek cihan di navbera YPG û Cephed Nusra de şer didome. Bi gulebarana çeteyan kesek mir. Vane agahiyên rojekê:

 

El Nûsra taxê Kurdan yekser gulebaran dike 

Nûçegiyanê ANHA yê Til Ebiyad ragiyand ku şerê di navbera Cephet El Ekrad û El Nusra de li derdora dadgeha bajar didome û çeteyên giridayî Nusra êrîşên xwe yên li ser taxê kurdan dijwar kirine,  yekser taxên  Lêl û Cisir gulebaran dikin.

Her wiha hat gotin ku i Til Ebiyad ji mizgefta bajar banga talan kirin û kuştina kurdan tê kirin û niha taxên kurdan talan dest pê kiriye. Hate ragiyandin ku Cephet Nusra bi tankan taxa kurdan topbaran dike.

Li gor agahiyên ji Til Ebiyad tên girtin, çeteyên El Nusra nasnameyan kontrol dike û kî Kurd be direvîne.

YPG: Emê gelê xwe yê li Til Ebyed biparêzin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku çekdarên Cebhet El-Nusra êrîşî  taxên kurdan ên Til Ebyed dikin û got ku YPG'ê dê erkê xwe yê parastinê pêk bîne û mudaxele bike. Rêveberiya Meclisa  Leşkerî ya YPG'ê bang li gelê kurd kir ku piştgiriya hêzên wan bikin da ku gelê kurd li seranserî Rojava û Sûriyê biparêzin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Cebhet El-Nusra di çarçoveya êrîşên xwe de bê cûdahî sivîlan direvîne û nijadperestiyê ji Rêjîma Baas zêdetir pêk tîne. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komên çekdar ên Cebhet El-Nusra kurdên Til Ebyed ji malên wan derdixîne û hewldidin bajêr ji gelê wê yê sereke vala bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Cebhet El-Nusra cebheyek din di êrîşên xwe vekir û hewldide ku gundên kurdan ên herêmê dagirbike û ji vir êrîşî bajarê Kobanê bike, di çarçoveya êrîşên xwe de komên Cebhet El-Nusra ji aliyê gundê Hebsê û gundê Gor Hese êrîş dike û hêzên YPG᾿ê neçarî bersivdayînê kirine. Di daxuyaniyê hate destnîşankirin ku di encamê de pevçûnên berfireh derketine û pevçûn hîn dom dikin.

Rêveberiya Meclîsa Leşkerî ya YPG᾿ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku hêzên wan li dijî êrîşan bê deng namînin û wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: "Em wekî rêveberiya YPG'ê ji gelê xwe re diyar dikin ku em ê beramberî êrîşên hovane ên li dijî gelê me bê deng nemînin û emê erkê xwe yê parastinê pêk bînin. Em ê bi awayekî yekser li dijî van êrîşan derkevin û gelê xwe bi hemû pêkhateyên wê li seranserî Rojava û Sûriyê biparêzin."


El Nusra amadekariya komkujiyê dike

Hate ragiyandin ku Dewlet Îslam Iraq û Bîladî El Şam/Cephet El Nusra êrîşê xwe li dijî taxê Kurdan didomîne, bi tank, topê hawanê, çekê giran raste raste top baran dike. Tê diyar kirin heta niha El Nusra piraniya wan zarok û jin bi sedan kes revandine û bi ser jêkirinê tehdît dike.


Di encama topbarana El-Nusra de welatiyek mir, yek birîndar bû

Îro saet di 11.30᾿an de komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Îraq û Bîlad El-Şam ên girêdayî El-Qaîda, ji gundê Til Xelaf û Esfer Necar ên 2 kîlometre rojavayê bajêr guleyek hawanê avêtin taxa Zorava ya başûrê bajarê Serêkaniyê û di encamê de welatiyê bi navê Ebdulqehar Hisên ê 80 salî jiyana xwe jidest da û Cemal Kenas ê 50 salî jî birîndar bû.

Li aliyê din jî komên çekdar ên El-Qaîda ji dema ku ji Serêkaniyê hatine derxistin bi hawanan êrîşî bajarê Serêkaniya Serxetê û Binxetê dikin. Her wiha pevçûnên di navbera Hêzên YPG᾿ê û çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraq û Bîlad El-Şam a El-Qaîda li derdora Til Xelaf û Esfer Necar bi awayekî demkî didomin.


Li Çilaxa Pevçûn didomin

Pevçûnên di navber hêzên YPG'ê û çekdarên Îslamî yên Cebhet El-Nusra û Dewleta Îsalmî ya Iraq û Bîlad El-Şam li herêma Çelaxa didomin.

Li gundên Girhok û Elî Axa yên girêdayî navçeya Çilaxa, pevçûnên ku beriya 5 rojan di navbera hêzên YPG'ê û  çekdarên Îslamî yên Cebhet El-Nusra û Dewleta Îsalmî ya Iraq û Bîlad El-Şam   bi awayekî demî hîn didomin. Hate ragiyandin di pevçûnên duh saetên şevê ku heta serê vê sivê dom kir tu kuştî û birîndar çênebûn.


El Ekrad: Em ê Emîrê El Nusra berdin

Fermandariya Cebhet El- Ekrad di malpera xwe ya fermî de diyar kir ku, di şerê şeva din de Emîr Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam dîl girtine û ji bo sivîlên di destê Cephet El- Nusra ku di nava Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam cih digre bêne berdan, Emîrê yê El- Qaîde bi navê Ebû Mûsaab yê Çeçen wê berdin.  

Di daxuyaniyê de hete diyar kirin ku bûyerên li Til Ebyad û dorpêçkirina tabûra wan a Şêrgo El-Eyûbî û revandina mirovan li bin êrîşên li Til Ebiyad ji ber wan qebûl nekirine bikevin bin banê El-Qaîde pêk hatiye û niha zîviriye şerek li dijî gelê kurd û metirsiya komkujiyê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku pevçûnên li herêmê dikevin çarçoveya xizmeta rêjîmê de û helwesta tabûrên din li kêleka Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku îradeya gelê kurd xurt e û temsîlkariyê qebûl nakin.  “Em bi awayekî eşkere careke din dibêjin Cephet El- Ekrad nakeve bin banê Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam û nabin beşek ji El-Qaîde. Heta niha revandina bi sedan sivîlan diyar dike ku dixwazin herêmê ber bi nîjadperestiyê bibin  û bê cudahî li dijî hemû kurdan derkevin."

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin “Em bi bîra wan tabûrên niha li cem El- Qaîde cihê digrin tînin ku em û hemû sivîlên Til Ebyad me pêşwaziya wan kir ji ber ku me şoreş di wan de dît, lê me bawer ne dikir ku em vê zilmê ji wan bibînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin “Em soz didin ku heta dawî îradeya me têk naçe, em ê bi hemû hêza xwe ji bo ku em bimînin xwedî îradeyeke azad têbikoşin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku niha dê Emîrê El-Qaîda yê Çeçen Ebû Mûsaab beranberî berdana sivîlan bê berdan.


Asayîşa Hesekê bombeyek îmha kir

Navenda Ragihandiyê ya Asayîşê Hesekê diyar kir ku hêzên Asayîşê bombeya ji aliyê kesên nenas ve di parka 24'an de hatibû bicih kirin îmha kir. Hate gotin ku welatiyekî bi riya telefonê ji Asayîşê re ragihandiye ku bombeyek di torbeyeke çopê de hatiye bicih kirin dîtiye. Li ser vê yekê hêzên Asayîşê berê xwe dan parkê, ewlehiya heremê girtin û bi ziyanek bigêhêje kesê bombe îmha kir.


Li ber Asayîşê bombeyeke deng teqiya

Li avahiya navenda Asayîşê ya li Tirbespiyê îro di saetên serê sibê de kesên nenas bombeyek deng teqandin û di encamê de ziyana madî li derorê çêbû. Berî çend rojan li taxa Xerbî ya Tirbespiyê jî bombeyek deng teqiya û di encamê de ziyana madî çêbû.

Ciwanekî kurd di leşkeriya Sûriyê de hate kuştin

Ciwanê kurd Berxwedan Mihemed Xelîl ku leşkeriya bi darê zorê ya rêjîma Baas dikir, di pevçûnên 13'ê tîrmehê de hate kuştin.

Malbata ciwanê kurd Berxwedan Mihemed Xelîl diyar kir ku kurê wan leşkeriya bi darê zorê ya rêjîma Baas dikir û di pevçûnên li herêma Kiswê ya li paytexta Sûriyê Şamê ku di 13᾿ê tîrmehê di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên muxalefetê de derketibûn hatiye kuştin. Malbata Xelîl destnîşan kir ku kurê wan ji beriya sal û nîvekê ve leşkeriya rêjîmê qedandibû û lê rêjîmê nedihişt ku ew were mala xwe. Cenazeyê Xelîl ji aliyê sedan kesî ve li goristana navçeya Şiyê hate definkirin.

Berxwedan Mihemed Xelîl di sala 1991'ê de li navçeya Şiyê ya Efrînê jidayik bûye.


Ev agahî ji Ajansa Nûçeya a Hawarê (ANHA) hatine girtin 


Parve Bike

Youtube Me

Li ber siya spîndarê

news

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news

Film: Fîlmê Adîle Naşît tê

news

Dor 60 helbestên li ser evînî

news

Rewşa Îsmaîl Beşîkçî, 28.09.2025

news

Diyarname: Koma Amed li Amedê konserê dide #diyarname20salîye #diyarname #books

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 09 11 2025

Îshak Tepe mir

news
  • 06 11 2025

Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran

news
  • 04 11 2025

Bahçeli: Berdana Demirtaşî wê bi xêr be

news
  • 04 11 2025

Bakirhan: Tirkiye mecbûr e li gor Xala 46'an tevbigere

news
  • 04 11 2025

Demîrtaşî ji bo Bahçeli û Ozelî peyam belav kir

news
  • 02 11 2025

MSD’ê civînek li Swêdê li dar xist

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
news

Gotinên te stêrk in Nowalîsa

  • H. Kovan Baqî
news

Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

  • Hogir Berbir
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
news

Ro li ava ye

  • Mesûd Qeya
news

Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

Henî maçî go Kuweyt de bêne kayderdiş

ad

Bernameya Festîvala Mûnzûrê eşkere bû

ad

Vaye dîwarê şermê yê li navbera Efrîn û Kîlîsê

ad

Pêşangeha Hunerên Bedew li dar e

ad

Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd DTP dikeve nav hewldanan

ad

Deqe bi deqe bernamey Festîvaley Dêrsime

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Îshak Tepe mir

  • 09 11 2025
news

Festîvala Kurteçîrokan bi beşdariya 45 nivîskaran dest pê kir

  • 09 11 2025
news

Bijî serê heshesok

  • 09 11 2025
news

Fîlmê 'Filistîn 36' hat nîşandayîn

  • 08 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname