Omer Faruk Baran
Şevekê şev dereng ji nişke ve xewn û xeyalên di dilê min çikiyayî li ber çavên min pêl dan û bi ser min de hatin. Tirsiyam ez, dest û lingên min tevde diricifiyan û çavên min jî wekî xwîn jê difiriya dişewitîn. Min ber xwe neda dîsa, dîsa wekî her car min kincên xwe li kirin, mp3ê xwe xiste berîka xwe, berguhkên xwe dan ber guhê xwe û ji mal derketim nav reş û tarî û valahiya sûkên Rihayê.
Riya min dûr û dirêj bû lê ez ne tenê bûm, çend kûçikên bajêr jî bi kûze kûz bi dil û evînên şikestî li dû min dihatin. Min berê rû neda wan, lê wan ewanan dîsa berê ez bi xapînê xapandim. Min bawer nedikir lê min û kûçikan tev bang kir: Carekê bû careka din nabe! Bê çare li dor xwe, li jêr û jor xwe nihêrî min. Stêrkan şop li ser xwe winda kiribûn û wekî stranekî bêxwedî barana derew dibariya di guhiyên min de. Hawara siya şevê dest pê dikir bi tirs bi qehr bi hêrs, ne sar bû û dişewiti dil.
Di meşa şevê de bi siya şevê şev diçû, ez jî ber bi Bram Xelîl ve diçûm, gavên min sivik, serê min xweş, rûyê min nexweş bû. Ronka rojê Leyla min ez di ava xwe de bi navê xwe fetisandibûm, bi rih û cana ji min standî li wê digeriyam niha, digiriyam ber re jî. Ay û oyê li dawiya strana me bi bîra min ket, keniyam îcar, westiyam, li ser totikan li ber diwarekî rûniştim. Kûçikên bajêr li min nihêrîn, min li wan nihêrî, ez ketim, ew bi hev ketin.
Ez
di hemû hêviyên xwe de têk çûbûm, lê dîsa jî hêviyek diket dilê min. Zulfikar digihîşte hawara min, xêra roniya Duwazdeh Îmaman siya şevê dihat xwarê, di guhiyê min de qêrina mazlûman..
Li ber Gola Masiyan sekinîm, li ber Xwedê geriyam. Rehm û kerema wî û hezar qapî û deriyên wî hebûn. A li vir ew hatibû hawara pêxemberekî. Ez jî di agirê dilê xwe de dişewitiyam, bi stranan ji nav şer hatibûm, ez jî dilketiyekî ji dil bûm, ma hebek av jî li dilê min bireşanda çi dibû! Negota na, ma qey çi dibû. Nebû, bû hawar û qêrîna min û kûçikan:
Jiyan çima ew qas zor e, nizanim. Nema hez nema evîn nikarim.. Bide bide destê xwe bide, mêze çavê min mêze lê. Tu dibînî, şev derew e, reş û sipî derew e, tu xewn î xewn derew e. Dilê min pûç bû, siya şevê û ev nivîs ne derew e.


