NAVENDA NÛÇEYAN
Desteya Tûrîzm û Ekolojiyê û Saziya Zimanê Kurdî yên herêma Cizîrê ji bo pêşwazîkirina Cejna Zimanê Kurdî li bajarên herêmê dest bi kampanya çandina 600 darên ku hişk nabin, kirin. Îro 60 dar li 4 dibistanên bajarê Qamişlo çandin.
Ji bo Cejna Zimanê Kurdî Desteya Turîzm û Ekolojiyê ya herêma Cizîrê 600 darên ku hişk nabin diyarî Saziya Zimanê kurdî SZK'ê kir da ku li dibistana bêne çandin.
Serokê Desteyê Luqman Ehmê û cîgira wî Ahîn Siwêd û hin endamê deteyê tevî endamên Saziya Zimanê Kurdî îro dest bi kampanyayê kirin û 60 darên ku di her çar demsalan de hişk nabin li çar dibistanên bajarê Qamişlo Dibistana Rojîn, Dibistana Ehmed Sebrî, Dibistana Mihemed Selîm Xelef û Dibistana Corc Gorgîz çandin.
Li bajarê Til Temir, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Hesekê û Girgê Legê jî dar bêne çandin û heta 14'ê gulanê ev xebat dê bidome.


