Diyarname
Li ser temendirêjiya nivîskaran û helbestvanan lêkolîneke hate kirin û encam hatin eşkerekirin. Vaye encam:
Li Zanîngeha Kaliforniyayê prof. James C. Kaufmann li ser temenê nivîskar û helbestvanan lêkolîneke kir û derket holê ku helbestvan her xwedî wê fikrê ne ku dê di temeneke ciwan de bimirin.
Kaufmann lêkolîna xwe li ser 390 salan kiriye û di vê navê de li ser 1987 nivîskarî sekiniye û encamên lêkolînê di rojnameya The Guardin de hate weşandin.
Li gor encama lêkolîna Prof. Kaufmann helbestvanek ji nivîskarên lîstikên şanoyê salekê, ji romanûsan 4 sal, ji nivîskarên beşên din jî 5-6-10 sal kêmtir dijî.
Û li gor vê encamê gelo helbestvanên kurd jî ji nivîskarên kurd kêmtir dijîn?