QAMIŞLO
Rêveberiya Giştî ya Polîsên Trafîkê ya herêma Cizîrê ji bo ewlehiya ajokar û welatiyan 22 qanûn derxistin.
Bi rasthatina roja cîhanê ya trafîkê 4'ê Gulanê Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya herêma Cizîrê li Navenda Rêveberiya Giştî ya Asayîşê ya li taxa Qudûrbeg a bajarê Qamişlo civîneke çapemeniyê lidar xist.
Di cîvînê de 22 biryarên trafîkê hatin eşkerekirin û ji bo qezayên tirafîkê pêk neyên, ji hemû ajokaran hate xwestin ku li gorî van biryaran tevbigerin.
Di civîna çapemeniyê de Endamên Rêveberiya Giştî ya Polîsên Trafîkê Mihemd Umer, Sarim Ehmed û Baran Elî amade bûn. biryar ji bo dezgehên çapemeniyê ji aliyê Mihemed Umer hatin xwendin.
Qanûnên ku hatin xwendin ev in:
1- Divê xwediyên tirimpêlên neqeydkirî li navendên veguhestinê herî dereng heta 20'ê gulanê tirimpêlên xwe qeyd bikin.
2- Divê hemû tiştên ku hundir û derveyî tirimpêlan vedişîrin ên wekî reşkirina camê bêne rakirin.
3- Divê numreyên tabloyên tirimpêlan xuyakirî bin.
4- Divê alavên sereke yên tirimpêlan li Rêveberiya Veguhestinê bêne qeydkirin.
5- Divê ajokar li gorî rênîşanên diyarkirî ajokariyê bikin.
6- Divê tirimpêl li cihê ku tevgera ajokariyê asteng dike neyê rawestandin.
7- Divê ajokar li gorî tabloyên trafîkê tev bigerin.
8- Divê li gorî sîstema trafîkê ajokar li derdora çerxereyan tev bigerin.
9- Divê li deverên wekî pir, zîvirandin lezbûna tirimplan kêm be.
10- Divê di navbera tirimpêlan de valahiya ewlehiyê hebe û di hevînê de du qat be.
11- Divê ajokar kembera ewlehiyê girêbide.
12- Divê ajokar alavên vemirandina agir û amûrên sererastkirinê bi xwe re rakin.
13- Nabe ajokarî bi awayekî bêberpirsiyar bête kirin.
14- Nabe ku tu kes tirimpêlên xwe bilez buxşînin.
15- Divê xweşikbûna tirimpêlê bê parastin.
16- Divê ajokar lempeyên tirimpêlan ên rastlihevhatinê baş bikar bînin û li gorî nîşanan tev bigerin.
17- Nabe tirimpêl di nîvê kolanê de bê rawestandin.
18- Divê telefona destan di dema ajotinê de neyê bikaranîn.
19- Nabe ku tu kes ji tirimpêlan çopê baxêjin ser kolanan.
20- Divê ajokar li gorî polîsên trafîkê tev bigerin.
21- Nabe ku tirimpêlên mezin (Kamyon) ji saet 7'ê sibê heta 10'ê şevê derbasî hundirê bajaran bibin.
22- Divê patos dema ku di riyên giştî re derbas dibin devikên wan bi tirimpêlan bêne veguhestin ji bo ku astengiyê di çûn û hatinê de çêdikin.
Mihemed Umer destnîşan kir ku ji bo birêxistinkirina çûn û hatina tirimpêlan di nava bajaran de û di riyan re, dê Rêveberiya Giştî ya Polîsên Trafkê bi hemû derfetên xwe tevbigere û wiha got: "Ji ber ku ev biryar ji bo ewlehiya welatî û ajokaran e, divê hemû ajokar li gorî van tevbigerin."
Civîna bi bersivdayîna pirsên rojnamevanan bi dawî bû.


