Gotina Rojê: Dê Kurdistan jî bibe Kurdistan?
Diyarname
Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaþ li Elezîzê di vekirina avahiya rêxistina BDP'ê ya Palûyê de axivî. Demirtaþ got ku hikumet polîtîkaya înkar didomîne û wisa got: "Dibêjin me dawî li înkarkirinê anî. Em dibêjin Kurdistan mûyê wan tûj dibin. Înkar li ser înkarê. Berê digotin emê navên resen bi paþ ve bidin cih û bajaran. Dibêjin dê Tuncelî bibe Dêrsim. Vaye Dêrsim dibe Dêrsim. Baþ e dê Kurdistan jî bibe Kurdistan? Serokwezîr bi xwe dibêje 'Di dema Osmanî de Eyaleta Kurdistanê hebû. Ez ji dilê Kurdistanê pirsek ji Serokwezîr dikim: Dê Kurdistan bibe Kurdistan?"