Ezîz ê Cewo
Van demên dawiyê, bi taybetî jî, piştî ku di bakûrê Kurdistanê da dest bi amadekariyên hilbijartinên şaredariyan bûne, hinek nirxandin û goftûgo destpêbûne, yên ku ji hêla helwest û nêzîkbûnên cuda ve balkêş in…
Helbet nirxandin û goftûgo tiştine baş in, ew derfetan diafirînin, ku mirov rewşa pêvajoyên hundurîn ên civakê çêtir têbigihîje. Heya çiqas nêrînên dijberî hev hebin, ewqas wê rêyên çareseriya pirsgirêkan û rêbazên çareserkirina wan hêsatir bên dîtin. Jixwe tê zanîn, ku pêvajoyên dîrokî, yên ku gelê kurd pêra derbaz bûye, û ew siyasetên înkar, tunekirinê û qedexeyan, yên ku ji hêla dagerkeran ve li hember wî hatine meşandin, dawiya dawiyê di encamê de di nav civaka kurd de rewşek derxistine holê, ya ku dijî hebûna gelê kurd bi xwe ye – wekî netew. Êdî em di derbarê mafên wî yên mirovî de jî nabêjin.
Îro rewşa gel û welatê me ev e, ew bi dilê me be an – na!..
Û ji ber vê rewşê jî di nav civaka kurd de rêzek pirsgirêkan rû dane, û ew dem bi dem xwe didine xuyan.
Yek ji wan pirsgirkan jî pirsa ji hêla siyasetmedar û çalakvanên siyasî ve zanibûn an nizanibûna zimanê dê ye.
Li vir wekî ku tê zanîn, gelek kesên ku beşdarî têkoşîna ji bo mafên gelê kurd ê netewî-mirovî bûne, an zimanê zikmakî nizanibûne, an jî pir kêm zanibûne. Û ev yek jî ne ku gunehê, lê bedbextiya wan wan bûye, bedbextiya me tevan… Lê, yên ku ev şoreş gihandine vê astê jî, bi xwe ev dot û lawên gelê kurd ên hêja bûne. Yên ku ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dê jî bi aktîvî ewqas têkoşîn kirine, ku têra hemûyan jî kiriye. Û gelekên wan, hema ku derfet peyda bûne, zimanê dê yê li wan qedexekirî ji nû ve fêr bûne. Û, dîsa divê bê zanîn, yên ku zanebûna zimanê dê kirine ferza demê û erêniya roja îroyîn jî, dîsa ew bi xwe ne…
Belê, rast e, netew berê pêşîn bi ziman tên nasîn û ji hev cuda dibin. Û ziman ew stun e, ya ku li dora wê hemû nirxên neteweyî tên hûnandin: wêje, çand, huner, deb û tore, ken û girî... Bi gotinekê, yên ku neteweyê dikin netew û li ser pêyan dihêlin jî ew in.
Belê, ev wisa ye, lê ya me kurdan, çarenûsa me bi destê dagirkeran û bi rêya bîr û bawerî û îdeolojiyên wan hatiye serobinkirin. Eger em bi prênsîpa: “ev an ew mirov kurdî dizane, yan nizane” nêzîkî pirsê bibin, wê demê ji sedî pêncî–şêstê kurdan wê derî her tiştî bimînin.
Lê, ji hêleke din ve, hinek kurdên me hene, yên kurdî baş dizanin (û ev jî ji qencî-jêhatîbûn-mêrxasiya wan nîn e; di jiyanê de merc û derfet ji bo wê hebûne!), û hinek ji van jî ew ziman ji xwe re kirine hêmana xwe pê jiyankirinê û ji bo mafê gelê xwe yê neteweyî hîç tiştekî jî nakin… Lê, berovajî vê, gelek kurd jî hene, yên ku kurdî an baş nizanin, an jî - hîç (û hev jî ji nuxsanî, neqencî û newêrekiya wan nîn e, ev encama çerenûsa gelê me ya trajîk e!), û ev kes ji bo ziman, çand, huner...û neteweya kurd ewqasî dikin, heya bê – bes e!
Ji bo ku îro hemû hêz û derfetên mirovî yên gel bikevin xizmeta berjewendiyên neteweyî, divê em vê pirsê nekin mijara goftugoyan. Daxwazê wiha di welatên xwedîn dewletên serbixwe de didin pêş kadroyan... Divê em, wekî netew, hemû kurdên dilsoz, zane û fedekar, ên ku dikarin vî gelî re xizmetê bikin, hemûyan dewetî nav vî karî bikin û hîç nenihêrin, ka ew çiqasî zimanê kurdî dizanin, an nizanin... Ger wisa nîn be emê gelekan winda bikin – wekî netew! Helbet, ma kî nizane, ku, ger mirov zimanê xwe yê dê bizanibe pir xweş e, lê mirov çi bike, çarenûsê ev rewş, wekî mîrasa bêdadî û nemirovahiyê, para me derxistiye!
Û yek jî, dema mirovên wiha di karê xwe de bi tu awahî xwe nedane paş, hinek ên di nav me de jî, yên ku kurdî dizanin, an tiştekî nakin, an jî ji karên yên dinê re dibin asteng...
Belê, di jiyana me da (û, her wiha, ya her netewê de) tiştê ku mirov rexne bike, hene, lê divê mirov van rexneyan neke mjara rojeva siyasî û ji pêvajoyên civakî û siyasî re astengiyan dernexe…
Eger wisa bibe, wê pir ne baş be!
Ma, eger em bi wê pîvanê nêzîkî pirsê bibin, wê demê kiyê li vî gelî xwedî derkeve û jêra xizmetê bike?
Her çi jî hebe, ez bi hêvî û bawer im, ku hemû beşên civaka me wê di nava xwe da hêzê bibînin û bi rayê xwe yê neteweyî di nav pêvajoyê de ciyê xwe yê hêja bigirin û xizmeta vî gelî bikin.
Emê tenê bi yekîtî bikaribin dest bidin destê hev û bi hev re vê bêdadiya dîrokî ji ser xwe bavêjin…