Diyarname
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê 13'emîn kongreya xwe ya asayî pêk anî. Di kongreyê de rêveberî hat nûkirin û her wiha siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle jî wekî Desteya Bilinda a ÎHD'ê hat hilbijartin.
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê kongreya xwe li Salona Şano ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk anî. Di kongreyê de endam û rêveberên ÎHD'ê Hevşaredarê Amedê Firat Anli, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Şaredarê Amedê yê bêrê Osman Baydemîr, Serokê ÎHD'ya Amedê yê Muharrem Erbey, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl, nûner û endamên Meclisa KCD'ê û gelek kesên din amade bûn. Di kongreye de pankarta "Mirov bi mafê xwe mirov e" û "Rûreşiya mirovahiyê komkujiya Helepçeyê" hatin vekirin. Kongreyê bi hilbijartina diwanê û rêzgirtinê dest pê kir.
Piştî rêzgirtinê Serokê ÎHD'ya Amedê Racî Bîlîcî qala binpêkirina mafan kir û got: "Hê jî dewlet xwe nade ber ronîkirina gorên komî, komkujiyan, windayan." Bîlîcî got ku ew dê wekî parazvanên mafên mirovan hesab ji komkujiya Roboskî bipirsin û heta dawî mafên mirovan biparêzin. Bîlîcî, anî ziman ku ji bo aştiyek mayinde divê rayedarên dewletê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re muzakereyan pêk bînin û zagonan biguherînin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî ji kongreyê re serkeftin xwest. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan jî di axaftina xwe de got ku divê efûyeke giştî ku Ocalan jî bigire nava xwe bikeve rojevê. Piştre peyama Parlamenterê berê yê DEP'ê û endamê ÎHD'ê yê berê Hatip Dicle hat xwendin.
Piştî axaftinan sînevîzyona 26 salan a xebatên ÎHD'ê û binpêkirina mafan hat nîşandayîn. Piştî xwendina raporan hilbijartin pêk hat. Di hilbijartine de Raci Bilici, Abdusselam Înceoren, Muhterem Suren, Rehşan Bataray Saman, Hatîce Demir, Gulîstan Yalçindag Gençel, Îbrahim Çelîker ji bo rêveberî hatin hilbijantin.
Di kongreyê de Hatip Dicle ji bo delegeyê Lijneya Bilnd a ÎHD'ê hat hilbijartin. Rêveberiya hatiye hilbijartin di nav hefteyekê de dê civîneke li dar bixe ji nav endaman kesek ji bo serokatî û her wiha peywerdarkirina beşên din hilbijêre.


