Diyarname
Albuma Dengbêj Ehmê bi navê "Mîr Mihemed" bi hevkariya Kom Muzîk û Navenda Çanda Serhedê derket.
Albuma Denbgê Ehmê ya bi navê "Mîr Mihemed" ji 12 klaman pêk tê û hemû klamên gelêrî yên herêma Culemêrgê ne.
Di albumê de amûrên wekî bilûr, gîtara bas û elekronîk û keyboard jî hatine bikaranîn û kilam bi enstrumanan hatine xemilandin. Dengêj Ehmê bi dengê xwe rih daye stranên gelêrî yên herêma Culemêrgê.
Di albumê de klamên wekî Narînkê, Feqe, Mîr Mihemed, Baxê Me, Endelîk, Elî Entere, Gewrê, Êmo, Sicore, Welato, Zemano, Êzdîno cih digirin.
Dengbêj Ehmê di bin banê Navenda Çanda Wan Serhedê karê xwe yê hunerê didomîne. Ew ji 12 saliya xwe ve li ser berhevkirina kilaman dixebite û heta niha gelek kilam dane ser hev. Dengbêj Ehmê li ber kilamên bav û kalê xwe mezin bûye, guh daye wan, dûre ew di bîra serê xwe de dane hev û niha jî di albumekê de pêşkêşî guhdaran dike.
Lêkirina navê Mîr Mihemed a li albumê jî xwedî wateyeke girîng e. Mîr Mihemed ku yek ji pêşengê kurdan e bi kilama di albumê de ya bi navê "Mîr Mihemed" û bi navlêkirina albumê ji nû ve jîndar dibe, ji nû ve tê bîra kurdan, tê ber çavên nifşê nû. Pêşengê kurdan Mîr Mihemed ku bi dek û dolaban dikeve kêmînê û tê kuştin, kilama "Mîr Mihemed" jî piştî vê bûyerê ji aliyê gelê herêmê ve tê gotin û heta îro tê.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçeyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçeyên Diyarnameyê qedexe ye.