Diyarname
Perwerdekarê Komeleya Çandê ya Serhedê Cesim Başboga di Kongreya DEM Partî de strana "Serhildan Jiyan e" strî bû. Ji ber vê yekê 8'ê rezberê doz hate vekirin û serê vê mehê jî danişîna dozê li dar ket.
2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê roja 1'ê vê mehê ji ber vê strana bi kurdî salek û 15 roj cezayê hepsê li hunermend Cesim Başboga birî.
Piştî cezayê Başboga gotiye ku em bi vî zimanî mezin bûn, dixwazin gel bitirsînin û gotiye, "Li hemberî lêpirsînên hatine vekirin û zordariyên din emê strîna stranên xwe bidomînin. Nikarin me bi vî awayî bitirsînin û bi paş ve gavan bi me bidin avêtin."
Komeleya Çandê ya Serhedê li Bedlîsê ye û li wir xebatên xwe yên çandî didomîne.